• Saturday, 27 July 2024
logo

Îran spasiya herêma Kurdistanê dike

Îran spasiya herêma Kurdistanê dike

20 girtiyên Îranî ji aliyê herêmê ve hatine azadkirin.

Konsulusê Îranê yê li Hewlêrê di daxuyaniyekê de ji ajansa nûçeyan ya Îranê ( Irna) re ragihandiye ku, 20 welatiyên Îranî yên ku,  li herêma Kurdistanê girtî bûn, di encama niyeta însandostî ya Serokatiya herêma Kurdistanê hatine azadkirin û bo Îranê hatine vegerandin.

Konsulusê Îranê yê li Hewlêrê herwiha spasiya Serokatiya herêma Kurdistanê û wezîrê navxwe yê herêma Kurdistanê jî kiriye ku, bersifeke erênî dane daxwazên Îranê û ev 20 welatiyên han azadkirin.

Top