• Saturday, 27 July 2024
logo

Civîna duyem a cibicîkirina Rêya Geşepêdanê li Bexdayê hate kirin

Civîna duyem a cibicîkirina Rêya Geşepêdanê li Bexdayê hate kirin

Duyemîn civîna Komîteya Hevahengiya Çaralî ya Iraq, Tirkiye, Îmarat û Qeterê ji bo piştgirî û cîbicîkirina projeya Rêya Geşepêdanê li Bexdayê hat kirin.

Wezareta Veguhastinê ya Iraqê ragihand, Komîteya Hevahengiyê ya Çaralî li baregeha Kompaniyaya Giştî ya Rêyên Hesinî yên Iraqê civiyan. Lê Qeter û Îmarat bi rêya videokonferansê beşdarî civînê bûn.

Di civînê de, amadekarî ji bo civîna bê ya wezîrên pêwendîdar ên her çar hikûmetan ku biryar e li Enqereyê bê lidarxistin, hatine kirin. Herwiha tekezî li ser wê yekê hat kirin ku ji bo cîbicîkirina qonaxên wê projeyê, divê pêwendî bi hemû welatên beşdar di projeya   Rêya Geşepêdanê de bê kirin.

Di civînê de, Rêveberê Benderên Iraqê Ferhan Fertûsî got, çar projeyên berfirehkirina bendera Fawê dê di çaryeka dawîn a sala 2025an de biqedin, lê projeya pêncemîn dê îsal were ragihandin.

Pirojeyê Rêya Geşepêdanê, yek ji wan xalan e ku di navbera Tirkiye û Îraqê de lihevkirin li ser hatiye kirin, ku di nav 11 parêzgehên Îraq û Herêma Kurdistanê re derbas dibe. Rêya Geşepêdanê ji rêya bejahiyê, hêlên hesin û benderên avê pêk tê, ji Kendava Erebî di nav Iraq û Herêma Kurdistanê re derbas dibe, heta digehe Tirkiyeyê û ji wê derê jî ber bi Ewropayê ve diçe.

Rêya Geşepêdanê di 11 parêzgehên Iraqê û Herêma Kurdistanê re derbas dibe. Beşdarên projeya Rêya Pêşketinê Iraq, Tirkiye, Îmarat û Qeter in.

Li gorî texmînên hikûmeta Iraqê, xerciya wê projeyê nêzîkî 17 milyar dolar e û biryar e di heyama îsal de were temamkirin

Roja 23.05.2024an Wezareta Gihandin û Veguhestinê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Rêveberê Giştî yê Rêyên Hesinî yên Iraqê û Kompanyaya Çêkirina Rêyên Hesinî ya Geşepêdanê ku kompanyayeke Îtalî ye, rêkeftinek îmze kirin.

Top