• Saturday, 27 July 2024
logo

Îtalya têkiliyên xwe li gel Sûriyeyê normal dike

Îtalya têkiliyên xwe li gel Sûriyeyê normal dike

Vê di rojên pêşde balyozê Îtalyayê biçe Dîmeşqê.

Wezareta derve ya Sûriyeyê daxuyaniyek belav kiriye û ragihandiye ku, hikûmeta Îtalyayê biryar daye daku, têkiliyên xwe yên li gel Sûriyeyê normal bike.

Di daxuyaniya wezareta derve ya Îtalyayê de hatiye eşkere kirin ku, hikûmet balyozê nû yê Îtalyayê yê li Dîmeşqê destnîşan kiriye û di rojên pêşiya me de vê balyozê biçe Dîmeşqê û dest bi karûbarên xwe yên dîplomatîkî bike.

Îtalya sala 2012an jiber zilma rejîma Esed dijî xelkê balozxaneya xwe ya li Dîmeşqê daxistibû û tevahiya karmendên balyozxaneyê jî vekêşandibû.
 

Top