Parêzgarê Hewlêrê li gel Sekreterê Giştî yê Umanê civiya
Parêzgarê Hewlêrê li gel Sekreterê Giştî yê Umana paytexta Ordinê civiyaye û tekezî li hevgirtin û geşepêdana zêdetir a pêwendiyên navbera Herêma Kurdistan û Ordinê û Hewlêr û Umanê hatiye kirin.
Roja 25.07.2024, Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw, li Parîsê, li gel konferansa guhertinên avhewayê û di çarçoveya amadebûna di rê û resma destpêka lîstokên olîmpiyad û Para Olîmpiyada 2024, li gel Dr. Yusif Elşwarbe, sekreterê giştî yê Umanê civiya ye.
Di hevdîtinê de tekezî li hevgirtin û geşepêdana zêdetir ya pêwendiyên navbera Herêma Kurdistan û welatê Ordinê û Hewlêr û Umanê hat kirin û herwaha parêzgarê Hewlêrê bi fermi ew birêze ji bo serdan kirina Hewlêra paytext a Herêma Kurdistanê vexwand û wî birêzî jî bi fermî ji bo serdan kirina bo Umanê parêzgarê Hewlêrê vexwand, Herdu aliyan vexwandina hevdu bi spasdarî qebûl kirin û tekezî li ser pêşdebirina peywendiyên dualî kirin.
Di beşeke din ya wê hevdîtinê de, behsa derfetên hêsan ji bo şîrketên Urdinê hat kirin ku li nahav de hejmarek brend û markeyên Urdinê li Hewlêrê kar dikin, herwaha di derbarê hemahengiya di navbera zanîngeha Selehedîn û zanîngeha Urdinê de hat gotûbêj kirin, piştre balhatkişandin li ser wê konferansa di dema borî de li Hewlêrê bi beşdariyeke zêde ya zanîngehên Urdinê hat li darxistin.
Basnews