• Friday, 03 May 2024
logo

Almanya - Jineke Kurd 59emîn Xelata Theodor Heussê wergirt

Gulan Media April 23, 2024 Corane
Almanya - Jineke Kurd 59emîn Xelata Theodor Heussê wergirt

Rojnameger û aktivîsta mafê mirovan a Kurd Duzen Tekkalê, 59emîn Xelata Theodor Heussê ya 2024an wergirt.

Duzen Tekkal keçeke Kurd a Êzidî ye û ji bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê ye.

Duzen Tekkal ku niha li Almanyayê dijî, ji ber karê xwe yê ji bo azadî, demokrasî û bihevrejiyanê Xelata Theodor Heuss a 2024an wergirt.

Rojnameger Duzen Tekkalê li ser hesabê xwe yê Xê li ser wergirtina xelatê wiha nivîsî:

“Ji bo min rûmeteke taybet e ku 59emîn Xelata Theodor Heussê ya 2024an bi amadebûna dê û bavê xwe wergirim.

Ji ber xebata xwe ya ji bo azadî, demokrasî û mafên pêkhateyan ez hatim xelatkirin.

Ez dixwazim ji nava dilê xwe spasiya Theodor @heuss_stiftung bikim.”

Theodor Heuss kî ye?

Theodor Heuss 31 Çiriya Paşîna 1884an ji dayik bûye.

Di nava Partiya Demokrat a Almanyayê (DDP) de beşdarî siyasetê bûye û li dijî Naziyan bû.

Di rojnameya Die Hilfeyê de wekî rojnameger kar kir. 

Dev ji siyasetê berneda û sala 1946an bû Serokê Partiya Demokrat a Azad a Almanyayê (FDP).

Heuss 12yê Îlona 1949an bû yekem Serokê Almanyaya Federal.

Herwiha sala 1954an cara duyemîn ji bo vê wezîfeyê hat hilbijartin.

Xelata Theodor Heuss ji aliyê weqfa wî ve tê dayîn.

Ew kesên di ware mafên mirovan û pêkhateyan de kar dikin ji aliyê komîteya Xelata Theodor a weqfê ve tên diyarkirin û tên xelatkirin.

Duzen Tekkal kî ye?

Li Hannoverê ji dayik bûye. Malbata wê di salên 1970yî de ji Amedê koçî Almanyayê kiriye.

Duzen Tekalê sala 2002yan li Zanîngeha Leibnizê ya Hannoverê dest bi xwendina zanistên siyasî û Ziman û Edebiyata Almanî kiriye û di sala 2007an de qedandiye.

Mastera xwe li ser Kurdên Êzidî yên li diyasporayê û şert û mercên sosyopolîtîk ên entegrasyona wan nivîsandiye.

Tekkalê piştî xwendina xwe li Hamburgê li kanala RTLyê dest bi rojnamegeriyê kiriye.

Herwiha Tekkal li kanalên Spiegel TV, Stern TV û Extra–Das RTL-Magazin xebitiye.

Ji sala 2014an û vir ve wekî rojnameger, derhêner û nivîskar dixebite û 2 belgefîlmên wê li çend festîvalên navneteweyî xelat wergirtine.

Tekkalê bi xwişka xwe ya bi nave Tugba Tekkalê re Komeleya Hawar Helpê ava kiriye û li Şingalê alîkariyê dide Kurdên Êzidî.

 

 

Rudaw

Top