• Friday, 26 April 2024
logo

Cixareya elektronîk li parêzgeha Duhokê hat qedexekirin

Gulan Media January 18, 2023 Civakî
Cixareya elektronîk li parêzgeha Duhokê hat qedexekirin

Li parêzgeha Duhokê bikaranîn û firotina cixareya elektronîk hat qedexekirin.

Komîteya Mafên Giştî ya Serdozgeriya Parêzgeha Duhokê îro 18.1.2023an çendîn biryar derbarê bikaranîna cixare û nêrgulê de derxistin û diyar kir, bikaranîn, bazirganî û firotina cixareya elektronîk li parêzgehê wê were qedexekirin û her kesê ku bi van biryaran tevnegere, dê li dijî wî rêkarên yasayî werin girtin.

Li gor wê nivîsê, rê ji bo kesên ji 18 salî biçûktir in nayê dayîn ku biçin cihên ku cixare lê tên bikaranîn û divê cihên xwarinê ji cihên cixareyê bêne veqetandin.

Di vê derbarê de, Rêveberê Beşa Xweparastinê ya Rêveberiya Tenduristiya Duhokê Ferhad Îsmaîl ji K24ê re ragihand, demek e ew ligel aliyên peywendîdar li ser bandorên nerênî yên cixareya elektronîkî lêkolîn dikin û piştre biryara qedexekirina cixareya elektronîk li parêzgeha Duhokê dane.

Ferhad Îsmaîl got jî: “Cixareya elektronîk pir zû di nav civakê de belav bûye û metirsiya wê li ser tenduristiya ciwanan heye.”

Her wiha got, ew êdî rê nedin cixareya elektronîk bi rêya deriyên sînorî bêne hawerdekirin û aliyên pêwendîdar ferman dane ku li bazarê hemû kargehên ku cigareyên elektronîk difroşin bêne bigirin.

 

K24

Top