Berdereş- Xortek bi destê birayê xwe hat kuştin
Li navçeya Ba-erderaşê ya Başûrê Kurdistanê ciwanekî 20 salî ji aliyê birayê xwe ve hat qetilkirin.
Peyamnêrê BasNewsê li devera Berdereşê ku zanyariyên ji xizmên qurbaniyê girtiye ragehand ku 2 bira li navçeya Berderaşê dema ku demançe paqij dikirin bi şaşî guleyek li birayekî wî ketiye û jiyana xwe ji dest da ye. Navê wî kesê jiyana xwe ji dest daye Husên Ezîz û 20 salî ye.
Herwiha Di vê derbarê de Berdevkê Tendirustiya Akrê Nêçîrvan Fexredîn ji (Basnews) re got: “Ciwanekî bi navê Husên Ezîz temen 20 salî û xelkê navçeya Berdereşê bo nexweşxaneya lezgîn a Akrê hat veguhestin, lê piştî çend xulekan jiyana xwe ji dest da û bo pijîşkiya dadwerî ya Duhokê hat şandin ji bo muayeneya bijîşkî."
Basnews