• Friday, 26 April 2024
logo

Duhok – Ciwanekî 17 salî di şerê navbera çend kesan de hat kuştin

Duhok – Ciwanekî 17 salî di şerê navbera çend kesan de hat kuştin

Polîsê Duhokê ragehand, derengê şeva borî ji ber şerê navbera çend ciwanan a li bajarê Duhokê, ciwanekî 17 salî hate kuştin û ciwanekî din jî birîndar bû.

Berdevkê polîsê parêzgeha Duhokê Hêmin Silêman ragehand: ‘’Li waregeha avahiyên Dabîn a li navenda parêzgeha Duhokê, bi şev şer di navbera çend ciwanan de pêkhat û ciwanekî temen 17 salî hat kuştin û ciwanekî din jî birîndar bû.

Herwaha got, piştî bûyerê polîsê nehiştina tewan geheşte cîhê bûyerê û karîn demekî kurt de tometbar bigrin.

 

Basnews

Top