• Tuesday, 14 May 2024
logo

Serkeftina Pêşmerge Em piştrastkirin ku hêviya yekane ji bo cîhanê û rojhilata navîn pirçekkirina Pêşmergeye

Serkeftina Pêşmerge Em piştrastkirin ku hêviya yekane ji bo  cîhanê û rojhilata navîn pirçekkirina Pêşmergeye
Ya min dî ku min seredana eniyên şer kirî tenî hîza bikare li erdê şerê DAIŞ bike hêza Pêşmergeye, hêza yekane ya xwêdî wê îradeyê be bikare şerê DAIŞ bike tenê hêza Pêşmergeye

Cîm Hêk ta sala 2010 kongirêsmen bû endamî komîta peywendiyên derekî ê kongirêsî bû herweah damezrêner û rêveberê sazîya Ruhî (Spirit of Amreica) bû ev saziya Emrîkî li paş rudana 11 siptemberê bikarên mirovî li navçeyên şer li Efxanistanê û Îraqê hevkarî pêşkêşdikirin, Cîm Hêk li slal 2007 bi şandekê Kongirêsê re seredana Îraqê û Kurdistanê kir, piştî vegerî ji bo piştgêriya Kurdistanê civata Kurdî-Emrîkî li kongirêsî damezrand, nihajî seredana Kurdistanê û eniyên şer jî kiriye xuyaye ku hevkariya Kurdistanê di warê hevkariyê saziya wan ya ruhî dike, ji bo xeberdan li ser rewşa Îraqê û Kurdistanê ya niha û pirçekkirina hêzên Pêşmerge û serketinên Kurdian , Gulam ev hevdîtine pêre kir.

* We di vê rewşê de seredana Kurdistanê kir û xuyaye Kurdistan di çeng de ye dema çeng jî rewşek taybete gelo we çawa Kurdistan dî ş hûn çawa rewşê dinirxînin?

- di civîn û hevdîtinên xwe de tev serok û rayedarên herêmê ji me re xuya bo ku Kurdan dilekê şêrane û xwastek mezin ji bo azadiyê heye, biwereiyek bihêz bi xwe heye ku ew dikarin hikumdariya xwe bikin, serbarî vê yekê gelê Kurd qet nebuye ekterekê kirêt û bitir li ser depê şanuya cihanê û ti carê ne xwastiye zordariyê li kesê bike û axa kesê dagîrnekiriye, serkirdên Kurdistanê yên niha jî heman baweriya xelkê Kurdistanê heye lewra bi ya min Kurdistan wê xiwedî sinurê rastê dîrokî be. Wê bibe welatek Kurd biryarê bidin û hikumdariya xwe bikin û tê de bi aştî jiyanêkin, ev yek wê bibe sedema aramiya deverê.

* piştî ketina Mûsilê û damezrandian xîlafeta Îslamî ji cîhanê re xuya bû ku tenê hîza zemînî ku bikaribe bi piştgêriya hêza esmanî ya Emrîkî DAIŞ bişkîne hêza Pîşmergeye, gelo tu çawa temaşey dilêriya H. Pêşmerge dikî û eve dibe eger ku piştevaniîkirna Kurdistanê ji bal Emrîka û cîhanê were kirin?

- ya min dî ku min seredana eniyên şer kirî tenî hîza bikare li erdê şerê DAIŞ bike hêza Pêşmergeye, hêza yekane ya xwêdî wê îradeyê be bikare şerê DAIŞ bike tenê hêza Pêşmergeye, helbet ev hêza tîroristî dijî hemî mirovane û nabê cîhan rê bide mayina vê hêzê, di niha de Pêşmergey rê li belavbûna vê hêzê bi taybet di ciyên Kurdan de girtiye loma hîza takaneye li dijî DAIŞ ê serkeftin anî , dema ez bi wan serbzêm me yên pişmerge li eniyên şer dîtî xeberdidim , matmayîna xwe hember bawerî û îradeya Pêşmergey û gelê Kurd ji bo şerkirin li dijî DAIŞ ê xuyadikin. Em gehane wê bawerê ku gereke Emrîka û ewropa li rojhilata navîn li gur pêwîstiyê Pêşmergey pirçek bikin daku bikarin DAIŞ jinavbibin, lê weke xuya ta niha wek pêwîst Pêşmerge nehatiye pirçekkirin.

* wate di ciyê xwe de ye Kurd şanaziyê bi xwe bibe ku karîne xeyala DAIŞ ê têkbibin.

- min bi xwe pêş hind rojan seredan eniyên şer kir bi eşkerayê dikarim bêjim serkeftinên Pêşmergey û gelê Kurd efsaneya xeyalên DAIŞ ê têkbiriye.

* li qadê tiştek tuneye binavê welatê Îraq ê ne hikumdariyeka hevgirtiye û ne jî sipayekê yekrêz gelo çima berdewam Emrîka behsa Îraqeka hevgirtê dike û parşebûna Îraqê nerêdike?

- di heyema sala derbazbuyî de Îraqê derdanên mezin dan nexasime ew çekên niha didestê DAIŞ ê de ewe yê ku ji sipayê Îraq ê ji wan re may ku biryarbû ew çek ji bo jinavbirina dijminên Îraqê yên mîna DAIŞ ê were bikar anîn. Dema em li serkeftinên Pêşmergey û şikestinê supayê Îraqê dinêrîn di gehime wê baweriyê ku tenê hêza Pêşmergeye li vî beşê cîhanê bikarine aramiyê peydake loma gereke were pirçekkirin. Pêş hefteyekê min seredana çeperekê şer kir ku hêza Pêşmerge û supayê îraqê têde bû min pirsyar ji fermandeyekê hêzên Pêşmerge kir ew çekên digehine supayê Îraqê digehine we bersifa min da û got ev sê mehin me ne muçe û ne gelopelê pêwîst wergirtîne, lê em berdewamin û bi çekên di dest me de şerdikin, ev minakek zêndiya hevberkirina supayê Îraqê bi hêza Pêşmerge re ye, em dibînin Pêşmerge bê muçe û bê çekê serdemane şer baştir ji supayê îraqê dike lê çavkaniya hêza Pêşmerge dilêrî û werekî û welatparêzî û viyana welat û gele xwe ye.

* di niha de herêma Kurdistanê di şerekê de ye û hikumeta Îraqê jî şerekê abûrî li dijî wê encandidne gelo tu nabînî ev yek dibe sedem ji bo lawazkirina bizavên jinavbirina DAIŞ ê?

- ez matmayîme ku Kurdan kariye ta niha li ber xwe bidin çunkî ya ku hikumeta Îraqê sozpê de bicî nekir ev yek jî dijwariyek mezine ji bo jêrxana abûriya Kurdistanê, serbarî kêmiya çekan em dibînin jêrxana abûriya Kurdistanê jî têkşuye û hind piroje hatine rawestandin, vê yêkê metirsî li ser hêzên Pêşmerge li eniyên şerjî dirust kiriye ji ber kêmiya pêdivyên şerê û çekan.

* di bara şandina çekê bi awayekê rasterast ji Pêşmergey re gelê Emrîka hizir dike çi çek bişîne ne tenê ji bo şikandina DAIŞ ê belko bo parastina hêrêma Kurdistanê jî?

-Piroje yasayek di civata nûneran de hat pêşkêşkirin ku rêda serokê Emrîka çek raste rast bide herêma Kurdistanê ev piroje ji civata nuneran derbaz bû û di civata pîran jî de komariyan û demokratan rastvekirinek wekhev dan daku serok bikare çekan ji Pêşmerge re bişêne, lê niha ew piroje ji civata nûneran û pîran vegerandine komîta serbaziya kongirêsî û dîsan tê rastvekirin, niha hêvî têkirin ku ev piroje dubare bibe yasa daku serok rasterast çek bide Pêşmerge daku Pêşmergejî bikaribe DAIŞ ji nav bibe. Jiberku ger ev neyê kirin emê şikestinê înin, ez niha endamê kungirêsê nînim ez berê endam bûm lê ez matmayîme û biya min gereke pişta Kurdan bê girtin, bi nêrîna min her Emrîkîyek seredana vêderê bike dê weke piştevanek ji vê derê vegere, pêdiviye Emrîka û rojava weke navçeyek serbixwe li navçên Kurdan meyzekin, ez peyva serbixwe bikartînim bi hizra min serxwebûn û xwerêvebirina Kurdan di berjewende tememê navçeyê de ye.

* Di heyama bûrî de pêtiriya demê xwe barzanî bi Pêşmergey re li eniyên şer bû, navbera Bexda û hewlêr nnexweş bû barzanî bizavên serxwebûnê dan lê Emrêka piştgêrî nekir gelo hûn vê yekê çawa dinirxînin?

- Xuyaye kesatiya Barzanî hêjay serincdan û berçavkirinê ye , di bara bizavên serxwebûnê de berê her tiştî gereke wek pêş 20 saln barzanî û talebanî biryarê bidin, neyarê dijwarê Kurd iha hikumeta Bexdaye û çekdarên wan yên mêliçiyat hind karên nebaş encamdane pîşmerge necarkirine taku ew li ser axa Kurdistanê bêne girtin wate hin bexda jî li ser dijminya Kurdan didume.
Li vir ezê behsê sala 2008 ê kim dema Cozêf Baydin ku niha cêgirê serokê Emrîka ye ragehand divê Îraq ji bo sê beşên bihêz were dabeşkirin û her yek ji van beşan xwedî deshelata xwe be çunkî eger birast Îraq welatekê fidral be gerek her beşek xwedî deshelata xwe be , mîna Emrîka ku wîlayet biryarên xwe yên taybet derdikin ne tenê navend, eger Îraqa fidral hebaye renge serkeftîba lê welatekê fidral tuneye û bawernakem jî dirustbibe madem ev yek tuneye wate dîsan Kurd wan nexweşiyan dibînin yên ku bo mawê 400 sala li jêr destê Osmaniya dînî û paşî rojava jî weêatê wan wek mîratekê Osmanê dabeşkir û welek bo Kurdan nehîşt, me dîye di salên heftî û heştê yê çaxê bûrî tawanên dijwar derheq gelê Kurd hatin kirin, ta sala 2003 ê ku Sedam hat rakirin hinekê bakêçanek da Kurdan ta ku ti azarên din Kurd nebînin biya min pêşnîyaza Cozêf Baydin û dirustbûna dewleta Kurdî çareseriyeka bingehîne ji vê pirsgirêkê re.

* hin sîyasetan dibêjin eger Emrîka siyaseta xwe li hember Îraqê neguhre Îraq jî wê mîna başûrê Lubnanê bikeve jêr rikêba Îranê gelo Emrîka vê yekê dike daku Îraqk bikeve jêr rikêba Îranê?

- dema li sala 2003 Emrîka hatiye Îraqê mixabin deshilat xist destê serkirdên Şîe vê yekê kir ku bandura Îranê xurt li ser Îraqê hebe û nehîşt tevjiyan bi suniyan re hebe, Kurd jî tim li ser destê wan herdu aliyan nexweşî kişandine parta Beis ku sunebûn û niha jî dibe Kurd tuşî nexweşiyan bên li ser destê mêlîşyayên Şie, eger ew mêlîçyat ber bi Kurdistanê hatin wate Emrîka jî derda û Îraq jî jinav çû û Îraq nema ew kumara fîdrala xelkê hêvîdikir paş 2003 were holê.

* li gur rojnameya Telgiraf Emrîka rê neda welatên kendavî çekan rasterast bidin herêma Kurdistanê gelo ev raste? Gelo çima Emrîka karekê weha kir?

- ez haydarî vê yekê ninim û eger weha çêbibe bê omêdiyeke lê ez nizanim ku emrêka gifaştin xistibe ser hevpeymaneka xwe çekan nede Kurdan di xwazim eve keysek nebe û hêvîdarim ew welat jî gavan ji bo pirçekkieika Pêşmergey bikin.

* Îraq welatekê niha temam parçebuye gelo biya we Îraq mina welatekê hevgirtî wê bimîne?

- ji bo ku Îraq bimîne yekgirtî gerek guhartinê diramatîkê werin encamdan, eger weha berdewam be mehale Îraq welatekê hevgirtê be.

* li gurî hind şrovekaran parvekirina deshelatê li Îraqê tiştek mehale loma parşebûna welat tiştek di holê de ye, hûn çilo vê dinirxînin?

- bi vê rewşa niha ez wek kesekê Emrîkî û hayderî rewşê me bi ya min ne mumkîne li jêr serkirdatiya niha ya Îraqê Îraq bibe welatek hevgirtî û fidral û azadiya kesî hebe û hemû pêkhatên Îraqê bi mafên xwe bigehin.

* Nêrîn dibêjin yehparçeya îraqê ne mumkîne, gelo madem ev rewşe heye çima Emrîka pêdagiriyê li ser parastina yekparçeya Îraqê dike?

- her ji dema damezrandina Îraqê û parvekirina deshelatan hêvîyek hebû ku Îraq bibe welatekê fidral lê nebû belku ket destê Şîeyan, li Emrîka hemû hevwelatî xwedî pare ji azadiyê, me hikumdariya yasayê heye ne hikumdariya kesan, dema hikumdariya yasayê hebe gişt kesan mafê azadiyê di wê yasayê de hey, lê ev rewşe li îraqê tuneye û nabe jî.

* erê niha Kurdan keysek di dest de tuneye ku serxwebûnê ragehînin bitaybet piştî birêna budca Kurdan ji bal bexdayê ve gelo niha cidabûn ne ji mafê Kurdane û çareserê pir zehmet buye?

- bi baweriya min eger em temaşey dîrûkê bikin ew navçeyên ku Kurd tête Kurd qet ekterên xirab nebûne û kok destdirêjkar nebûnû kes nekuştine ne ji bo tulhildanê û ne jî ji bo destkeftan zordarî nekirine , tu çarî axa kesê nestandiye, niha jî nêzîkî du melyon kes koçber li herêma Kurdistanê hene ji berku li vir bi azadî dijîn, serbarî vê yekê ku navend jî dahatî Kurdan naşîne û em dibînin supayê Îraqê di dema revê de çek ji DAIŞ ê re hîşt ku ev kare pirçek kirina neyarane, kewate Kurdistanê maf heye û gereke cîhan jî rêzê lê bigre û rê bide ku rapirsiyê encam bide û xelkê wê biryarê li ser serxwebûnê bidin.

*Li dawiyê peyama te çiye ji xênerên Gulan re ?

- deme Ez li civata nûneran piraniya me zanyariyên kêm li ser Kurdistanê hebûn û dema şerê 2003 piraniya me çav li ser bexda bû û Kurdistan hatbû piştguhxistin, lê serbazekê genc ku di nav supay de bû hate cem min û ji min re got em li gur pêwîst li Kurdan temaşenakin, ew pir başin û em lo Kurdistanê silametin û tu Emrikiyan li Kurdistanê can nedaye hêvîdarim tu yan kesekê din geştekê ji bo Hewlêrê bikin û rastiyan bi çavên xwe bibînin, em li sal 2007 hatin û me hevdîtin bi Barzanî û Talebanî re kirin , di wê seredanê de ew kongirêsmanên li gel min hemî matmayî man bi wê ya ku li Kurdistanê her ji wê rojê ez bi Kurdan matmayîme û dema ez li sal 2010 nemaem li kongirêsî min berdewam piştevaniya kuran kir ez hêvîdarim Kurdistan bikare bi zûtirîn dem kar di warê civakî û keltûrî û siyasî di sinûrê xwe yê dîrûkî bikin û bi xwe hikumdariya xwe bikin.

Wergêran j. k. x
Bijar Şêxmemî





Top