Serok Barzanî: Hêvî dikim ev destpêka serrast kirina şaştiyan be
Peyamek derbarê biryareke parlementoya Îraqê de pêşkêş kiriye.
Duhê bişev piştî qebûl kirina hilweşandina biryarên rejîma Besê ji aliyê parlementoya Îraqê ve, Serok Barzanî jî peyamek belav kir.
Serok Barzanî di peyama xwe de kêfxweşiya xwe ya li hember vê biryarê diyar kiriye û nivîsandiye, piştî demeke dirêj ji hilweşandina rejîma Besê, duhê parlementoya Îraqê karî di pêngaveke girîng de biryarên taybet bi rejîma Besê hilweşîne ku, taybete bi vegerandina mal û milkên dagîrkirî bo xwedanên wan û ev yek jî pêngaveke gelek girînge.
Serok Barzanî spasiya parlementoya Îraqê, firakisyonên Kurdistanî li parlementoya Îraqê kiriye û hêvî xwestiye ku, ev pêngava han bibe destpêka qonaxa serrast kirina şaştiyên berê.