Li Pênciwênê zilamekî hevjîna xwe kuşt û termê wê parçe parçe kir
Li bajarê Pênciwênê ya li sînorê parêzgeha Silêmaniyê, zilamekî hevjîna xwe kuştiye û termê wê kiriye 13 perçeyan.
Çavkaniyek li tendirustiya Pênciwênê ji BasNewsê re ragehand, li taxa Elyasfre, zilamekî ku hemwelatiyê Îranê ye, di nav mala xwe de hevjîna xwe yak u xelka Silêmaniyê ye, kuştiye û termê wê kiriye 13 qetan.
Herwaha ragehand: “Ew jina ku bi destê zilamê xwe hatiye kuştin, temenê wê 55-60 saliye, herwaha ew tawan beriya 2 hefteyan hatiye encamdan.”
Herwaha aşkera kiriye, tometbar ku vê gavê li Îranê ye,tawanê xwe îtiraf kiriye û di derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.
Basnews