Torîstên Ereb berê xwe didin Kurdistanê
Welatiyên welatên Kendavê serdana Kurdistanê dikin.
Li gor nûçeyeke Rojnameya Elerebî Elcedîd, kerta torîzmê ya li herêma Kurdistanê gelek bi başî geşe kiriye û jiber vê yekê jî salane hijmareke zêde torîstên Ereb berê xwe didin herêma Kurdistanê.
Çavkaniyê diyar kiriye ku, di zistanê de ji bilî welatiyên Îraqî gelek welatiyên welatên Kendavê jî weke torîst serdana herêma Kurdistanê dikin û sedema vê yekê jî geşe kirina kerta torîzmê ya li herêma Kurdistanê û hebûna çiyayên bilind û pir ji berfe.
çavkaniyê ev yek eşkere kiriye ku, li Kurdistanê gelek cîhên balkêş yên torîstî hene.