• Tuesday, 14 May 2024
logo

Profîsor Ofra Bêngo bo Gulan: Barzanî wek rêberê netewî, buwêr e, lewra wê biryara serbixweyiyî bide

Profîsor Ofra Bêngo bo Gulan: Barzanî wek rêberê netewî, buwêr e, lewra wê biryara serbixweyiyî bide
Profîsor Ofra Bêngo mamostaya zanistên siyasî ye li zanîngeha Tilebîb û pispore li ser dîroka hevçerx a Rojhilata Naverast û siyaseta hevçerx a Îraqê û herwiha taybetmende li ser pirsa Kurd û li ser vê pirsê pir pirtûk û bi dehan lêkolîn belavkirine. Xaton Ofra yek ji ew ekadîmiyên ku li ser astê cîhanê behsa feşela dewleta Îraqê û pêwîstiya çêbûna dewleta Kurdistanê kiriye, li roja 28 Eyara 2015ê di konfransa Kurdistana Îraqê û cardin dariştina Rojhilata Naverast de ku ji aliyê zanîngeha Kurdistanê ve hatibû rêxistin, pirsa yekperçeyiya Îraqê wek tiştekî mehal wesif kir. Ji bo axaftin li ser nemana Îraqê wek dewlet û paşeroja Kurdistanê di nav ev hevkêşa tevhev a Rojhilata Naverast de, me ev gotûbêje pêre encamda û wê jî boçûnên xwe ji bo Gulanê zelalkirin.
* Şarezayên ezmûna dewletan vê dawiyê gîştine wê baweriyê ku Îraqê bi dewleteke şikestxwar binasînin , ew sedemane çine ku Îraq kirine dewleteke şikestxwar?

- Îraq dewleteke şikesxwariye ji ber pir sedeman, ji hemûyan giringtir ji destpêkê ku ev giringtirîn faktere, ew e ku Îraq bi şêweyekî neasayî hatiye pêkanîn, ev sedema şerê du neteweyan bû li dijî hev, di navbera tevgera neteweyî a Kurd û neteweya erebî de. Destpêkê Berîtaniya û Wêlson belêna dewletê yan bi kêmasî xwebirêvebirin da kurdan, paşê Berîtaniya xwe ji belêna xwe dizî, lê kurd netewene û mafê wan yê rewaye ku biryarê derbarê çarenivîsa xwe bidin ev bingeha destpêkî a kêşeyê bû, piştrast kêşeyeke din a bingehîn ji dujminatiya dîrokî a di navbera Şîe û Suneyan tê, heta îro jî demê ev dujminatiya di navbera sune û şîeyan de jinav nebiriye, ev ew kêşane ne ku di hinava dewletê de mabûn û hêzên derveyî jî ev kêşane geşkirin. Bo nimûne, herwek min destpêkê amaje pêkirî, Berîtaniya di welatekî de du netewe bihevre komkirin ku naxwazin bi hev re bin, bi kêmasî kurd vê yekê naxwaze û ne xwastiye, herwiha şaşiyên vê dawiyê yên Emerîka kêşeyên navçeyê kûrtir kirin.

* Gelo çêbûna dewleta kurdî wê ne di berjewendiya Turkiya de be, ji ber ku wê demê Turkiya wê bibe cîranê dewleteke aram û tena li cihê îraqeke ne seqamgîr?

- Tişt li Turkiya tên guhertin. Niha têkliyên stratîjî di warê neft û gazê de hene û ew kesên ji turkiya tên û li Kurdistana Îraqê kardikin, wate niha heta radeyekê pişt bi hev girêdan heye di navbera Kurdistan û Turkiya de. Tu van tiştan ji xelkê Turkiya jî dibîsî, heta vê dawiyê Erdogan ragihand ku ew ne lidijî dewleta serbixwe a kurdî ye, raste dibe were gotin ku bi sedemê helbijartinan ev axaftine kiriye, lê gelo tu dikarî di serê xwe de bigerînî ku deh salan berî niha ew vê axaftinê bike, na. wate tişt tên guhertin û xelk jî bala xwe nadinê ka li ser erdê çi tê guhertin.

* Gelo derbarê helwêsta negor a Emerîka boçûna we çiye?

- Emerîka şaşî li dû şaşiyê dike û ne ji ezmûna Berîtaniya û ne ji şaşiyên xwe fêrdibe û paş her şaşiyekê şaşiyeke mezintir dike, bo nimûne wek ew a me vê dawiyê li Remadî dîtî, Mûsil 75 hezar leşkerê Îraqê têdebû, lê wan nikarî li hember 200 çekdarên DAIŞê bisekinin û hemû reviyan û Emerîka ji heman şaşiya berê mifa nedît û piştevaniyeke zêdetir a leşkerê Îraqê kir, lê derbarê Enbarê de li gor ew raportên Pentagonê yên ku min xwendine, Ebadî daxwaz kir ku leşker li Remadî şer neke, çima? Ji ber ku Îran naxwaz e Îraq xudan leşkerekî bi hêz be, lê dixwaze hêzeke wek Heşda Şebî bi hêz be, lê Emerîka wê nabîne û jê fêr nabe, ji vê jî xerabtir tevî ku kurdan piştevaniya Emerîka kiriye ji sala 2003yê ve ku wê demê Turkiya hevpeymanê wê bû û alîkariya wê nakir, wiha jî Emerîka nesupasgozar bû, li şûna ku Emerîka piştevaniya leşkerê Îraqê bike ku wek bermîlekî bê binî ye û her kelûpelan û pereyan jê re peydadike, çima? Ji ber ku naxwaze danpêdanê bi şikesta xwe bike di dagîrkirina îraqê de û herwiha li bêkarîna xwe li parastina yekîtiya vî welatî.

* Her karê ji destê Emerîka tê dike ji bo parastina yekîtiya Îraqê, ev di demekê de ye ku li ser erdê Îraq perçe bûye û hukumeta navendî tenê deshelat li Bexda û bajarên şîeyan yên li başûr heye, bi derbirîneke din, hukumet tenê nûneratiya şîeyan dike li welat, gelo win ne hevhizirin ku pêdagîriya Emerîka li ser yekperçeyiya îraqê, xizmeta berjewendiyên Îranê dike, çûnkî îraqeke yekgirtî wê şîe têde deshelatdarbin?

- Rastî wiha ye, min ev got, heger niha em behsa perçebûna îraqê bikin ji bo sê perçan, Kurdistan û şîestan û sunestan, Kurdistan ji hemûyan zêdetir amadeye ku hukumraniyeke baş têde were kirin, hukumeteke bihêz li wir heye, ji ber ku şiyanên berpêşveçûnê hene û karîne asteke diyarkirî ji hukumraniyê bidestxwexin. Derbarê şîeyan de ji ber ku ew nexudanê tu keltûreke hukumraniyê ne, bi kêmasî li Îraqê, wiha ew ê xerabtirîn reftar dobare bikin û wê wekî lasayiya sune û Besiyan bikin û xerabtirîn şaşiyên wan wê dobarebikin, bi taybet derbarê parastina yekîtiya dewletê, lê şîe nikarin vî karî bikin ji ber ku tu keltureke hukumraniyê ya wan tune ye pir kes bihêvî bûn ku Ebadî ji serok wezîrê berî niha baştir be, ez nabînim ku wê baştir be derbarê hukumraniyê de, emerîka li ser espekî şaş û espekê derdayî siware û li ser wî espî hemû per hemû hewlan dike.

* Em jî bi hêvî bûn ku Ebadî rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê cêbecêbike, lê heta niha tu encam tunebûn?

- Raste, renge ev ji bo Kurdistanê baştir be, wê demê kurd wê ragihîne ku me hemû hewlên xwe kir û me rêkeftin kir, lê binêrin ka çi rûdide, niha jî hemû sedem li ber destê me ne ji bo encamdana ew tiştê ku em dixwazin bikin.
Wate kes gazindan ji kurdan nake heger serbixweyî ragihand, ji ber ku hukumeta navendî li Îraqê wek hemû hukumetên berî xwe pabendî tu rêkeftinekê nebû?

Erê Ebadî heman şaşiya kesên berî xwe dobaredike li hemberî kurd û suneyan, ev di demekê de ku Bexda di xerabtirîn rewş deye û ne karaye, lê Emerîka piştevaniya wê dike.

* Niha ne tenê li Kurdistanê belku li hemû cîhanê behsa serbixwyiya Kurdistanê tê kirin, herwek we destnîşankirî, renge pêwendiyên xerab yên di navbera Herêm û Bexdadê de derfeteke baş be û di heman dem de hatina DAIŞê jî derfetek be daku em serbixweyiyê rabigehînin, pirsyare ew e, çima heta niha em ne serbixwe ne?

- Ev girêdayî têrwanîn û wêrekiyê ye, bi rastî ev pirse ne girêdayî çêbûna derfet û baştirîn deme, yan hebûna xerabtirîn dem, belku ev pirseke girêdayî biryardanê ye, çûnkî raste we tu derî tunene bo ser deryayê, lê Sûdana Başûr derya tune ye û Swîsra jî derî tuneye, raste pir dujmin hene û me jî di dema xwe de bi heft welatan re şer kir, ji ber wê tu dema ku baştirîn merc têdebin ji vê baştir nayên, belku ev girêdayî bi hebûna kesekî ve bi serkirdeyeekî xudan nêrîn û wêrek.

* Tu çawa li rolê Barzanî dinêrî di gav avêtin ji bo vê pirsê?

- Renge Barzanî pir cidî be derbarê pirsa serbixweyiya Kurdistanê de û amadeye ji bo vê encamî her karekî bike, ji ber ku ew dixwaze di dema ew di serokatiye de serbixweyî were ragihandin, çûnkî dixwaze pêşanbide ku ew serkirdeyê neteweya xwe ye. Ew bingehê ji bo vî karî re çêdike, ev jî girêdayiye ku pir çaverê neke, her ji ber vê jî min got pirsa serbixweyiyê girêdayiye bi serkirdeyekî xudan nêrîn û biwêr ve û bi boçûna min ev du xeslete di Barzanî de hene, ez vê dibînim, her ji ber vê ye ku ez dibînim dibe ev yeke çêbibe û ne di paşerojeke dûr de.

* Barzanî daxwaz ji Perlemana Kurdistanê kiriye daku haziriyên encamdana rapirsiyê bikin, vêca ew rapirsiye li jêr çavdêriya rêxistinên cîhanî be yan çavdêriya perlemanê, yan çavdêriya perlemana Îraqê, di vê derbarê de boçûna we çiye?

- Ez bawernakim ku niha perlemana Îraqê vala be ji vê pirsê re, herwiha ez dibînim perlemana Îraqê wê vê piroseyê têkbide û çavdêriya wê nake, çûnkî dizane wê encamên wê çibin. Herwiha heger were encamdan giringe ku rê bi çavdêrên biyanî were dan daku pirose piştevaniya cîhan û civaka nêvdewletî bistîne û wê karekî alîkar be û wê demê hemû alî wê bibînin, bi boçûna min encam xuyane hemû alî dizanin encam wê çibe lê win wek pasawekê pêdivî bi wê ne.

* Em dikarin çi bikin ku cîranên me jî encaman qebûlbikin?

- Dema tu serbixweyiyê radigehînî, wiha te serbixweyî ragihand û temam wê demê şer wê destpêbike, dema me serbixweyî ragihand, yekser şer çêbû, lê ez bawer nakim ku yekser Turkiya şer bi we re bike ez nabînim ku îran jî wê vî karî bike, ji ber ku hejmarek welat piştevaniya we dikin, Hengariya piştevanî kir û serkirdeyekî Seûdiye jî tiştek di vê derbarê de got, bêgoman Îsraîl jî raziye, lê nabe behsa Îsraîlê were kirin, bi boçûna min dema te tiştek li ser erdê çêkir, wê demê guhertin destpêdikin, gelo Başûrê Sûdanê çiye? Erê deriyê wan bo ser deryayê heye? Na, gelo şerê navxwe di wî welatî de heye, erê. Lê heger em li rewşa Kurdistanê binêrin, pir baştire heger em van du qewareyan hevberbikin, ew a ez dibêjim ev e ku pasaw ji cîhanê re were anîn ku ew ê niha win cêbicêdikin mafê biryardana çarenivîsê ye.

* We behsa biryara Ebadî kir ji bo vekişîna ji Enbarê daku Heşda Şebî deshelatdar be. Pirsyar ew e gelo ev şikesta Ebadî ye yan Emerîka?

- Ebadî şikest derencama ew a pêwîst bû ku bike, wan çek û kelûpel û rawêjkar dişandin, lê dema gerekbû vî karî encam bidin ji bo rûbirûbûna DAIŞê, berûvajî vî karî kirin, wate vekişiyan, ev şikesta Îraqiyan bû. Lê şikesta Emerîka xerabtire, ji ber ku pereyên zêdetir û rawêjkarên zêdetir dişîne Remadî, û dîsan jî leşkerê îraqê dişkê, ev ne cihê bawerpêkirinê ye.

* Gelo çiqasî raste ku çavê me li Emerîka be ji ragihandina serbixweyiyê?

- Ev raste lê ez nizanim gelo win ê vê yekê bidestxin yan na. gelo win dizanin ku rêveberiya Emerîka piştevaniya dewleta îsraîlê nedikir di wê demê de, ji ber vê renge dema Obama dere û serokekî nû tê ku niha em dibînin çend komariyek behsa wê yekê kirine ku ew piştevaniya Kurdistaneke serbixwe dikin. Lê Obama piştevaniyê nake, em ji vê yekê piştrastin, bi boçûna min nabe em li hêviyê bin heta ku ew dere.

* Boçûna te çiye derbarê ku Emerîka û Îran bi hev re li qada şerê Îraqê ne ku şerê DAIŞê dikin?

- Ev helwêsteke din a Emerîka ye ku ne cihê bawerpêkirinê ye, çûnkî em dizanin dema leşkerê Îranê û ew mîlîşayên Îran piştevaniyê lê dike bihêz dibin, wiha şîe vedigerin ji bo sedsala şazdê ku navçe di navbera Osmanî û Farisan de parvebibû, ev heman ew rewşe ye ku di sedsala 16ê de hebû, heta di sedsala 17ê de jî ji bo kesekî ku li dîrokê venegerî be, wê bi zehmet be ku bizane li vir çi çêdibe, ew aliyê ku zortirîn nearamiyê li Îraq herwiha Seûdiye û Lubnan û Sûriye yê çêdike Îrane, tevî wê jî Emerîka piştevaniya hêzeke neseqamgîrkar dike li şûna hêza seqamgîrkar, bo nimûne Seûdiye. Herwiha ew mîtodekê bikartînin ku dijheviyê li xwe digre, hinek car destê rastê aje destê çepê tuneye ka çi dike.

* Tu paşeroja Rojhilata Naverast çawa dibînî û cihê Kurdistanê di wê wêneyê de çiye?

- Bi boçûna min nabe ew a rûdide were berûvajî kirin, nexşeya ciyostratîjî a navçeyê hatiye guhertin, nabe em vegerin Îraqeke yekgirtî û nabe em vegerin Sûriyeke yekgirtî. Ev bidawî bûye. Pirsyar ew e heta kengî ev şerên navxwe berdewam bikin, heta ku Emerîka û hêzên din zanibin ew hêzane kîne ku dikarin aramiyê dirustbikin, Kurdistan wê demê wê qezencê bike.

* Di rewşeke giran û tijî şer wek ev a li Rojhilata Navîn heye de, peyama te ji bo Kurd çiye?

- Ez bi ecêbî li serketinên wan dinêrim li her cihekî, li Îraq û li Sûriya û li Turkiya û ez dibînim ku sedsala bîst û yekê sedsala kurd e û dem hatiye ku çareseriya wan cînosaydên xerab were kirin ku di sedsala borî de hatiye serê wan, ez hêviya serketinê dixwazim ji bo pirojeya wan a serbixweyiya Kurdistanê.
Top