• Saturday, 23 November 2024
logo

Pêwîste stratîjiyeke hevkariya rasteqîne di navbera Emerîka û Herêma Kurdistanê de çêbibe

Pêwîste stratîjiyeke hevkariya rasteqîne di navbera Emerîka û Herêma Kurdistanê de çêbibe
Con Hena yek ji deplomatkarên mezin yên Emerîka ye û taybetmende li ser siyaseta Emerîka li hember (Turkiya, Bakurê Efrîqa, Sûriya, Libnan, Mîsir, Seûdiye û dewletên Kendav û Huzbulah û Îraq, Felestîn û Îranê) ev diplomatkarê bi ezmûn ku niha şîretkarê dezgeha bergirî û demokrasiyê ye, mawê bîst sal di rêveberiya Corc W Boş û Bêl Kilînton de karê diplomasî kiriye û herwiha şîretkarê asayîşa neteweyî yê Dîk Çînî cîgirê serok W Boş bû, ji bo axaftin li ser rewşa Rojhilata Naverast, Gulan daxwaza dîmaneyeke taybet pêşkêşî nivîsîngeha Con Hena kir û bisipasî dîmaneya Gulan qebûl kir û bi vî rengî bersiva pirsên Gulanê kir.
* Saleke temam di ser damezrandina dewleta îslamî ji aliyê terorîstên DAIŞê re derbaz dibe, ev têrorîstane îsal cihên zêdetir dagîrdikin û bi hevberkirin ligel sala borî wan şiyanên baştir hene. Li gor nêrîna we, di demekê de ku ew sinûrê DAIŞê dest daniye ser, sinûrekî girtî ye û tu dergehek ji bo ser deryayê tuneye, herwiha ew ne xudanê tu firokxaneyekê ne, gelo nehêniya bihêzbûn û berferehiya DAIŞê çiye?

- Destpêkê DAIŞê selimand ku dikare hêzeke şerker û kara be, wate wek leşkerekî helsûkewt dikir, ne wek giropeke terorîstî. Fermande û şerkerên wan bi başî hatin pirçekkirin, renge ew xudan darayiyeke bihêz û hewalgiriyeke başbin. Palderên bi hêz ji bo wan hene û ew amadene ji bo encamdana her karekî ku pêwîst be ji bo selmandina îrada xwe bi ser rikaber û neyaran, di nav de bikaranîna hovanetirîn – şêwê tirsandê- wek tektektîk.

Xaleke din ew e ku DAIŞê şansekî baş hebû çûnkî dujminên wan zeîfbûn, bi şêweyekî serekî herdu rejîmên Dîmeşq û Bexdayê du rejîmin ta astekî bilind cemsergêr û taîfegêrin, ku siyaseta wan bûye sedema ku pareke mezin ji xelkê wan dewletan werin dûrxistin, bi taybet pêkhateya suneyan. Heta asteke mezin serketina DAIŞê vedigere bo şikesta hukumeta Îraqê. Renge pir ji suneyan kêfxweş nebibin bi dagîrkirina bajar û gundan ji aliyê DAIŞê ve, lê wan bergirî nekir û li pêşiya wan nesekinîn. Ev du diliye di nav suneyên Îraqê de hebû, herwiha wê hestê kir ku wan niha tu rol nebe di şerê bergirîkirin ji hukumeta Bexdayê ku hukumeteke serkutkar û taîfeger bû û kontrola wê di destê Îranê de bû, vê yekê jî derfetek çêkir ku DAIŞ pir bi zanîn îstxlal kir.

Xala seyem ku ji hejiye cext li ser were kirin ew ku hukumeta Malikî ne tenê bi temametî hesta dujminatiyê li nav suneyan dirust kir belku karîgerî û karayiya leşkerê îraqê û hêzên ewlehiyê pûçkir. Dezgehên rewa yên dewletê ku erkê wan parastina yasa û bikaranîna hêza neçarkirinê bû, wî ji navbirin. Ev dezgehane bi destê serkirdeyên xerab û gendel û moraleke nizim û taîfeger re mijolbûn. Ta asteke mezin wan selimandin ku ew bê şiyanin li hember DAIŞê.

Li dawiyê, gereke ew jî were gotin ku DAIŞ jî mifa ji karvedana zeîf a civaka nêvdewletî dît li hember damezrandina dewleteke terorîstî di nav dilê rojhilata naverast de. Serkirdatiya Emerîka li navçeyê di astekî nizim de ye û tu welatekî din nikariye cihê Emerîka bigre, rêveberiya Obama şikandina DAIŞê bi berjewendiyeke bingehîn a Emerîka destnîşankiriye, lê ne amadeye ji bo terxandina çavkaniyên dîplomatî û aborî û leşkerî yên pêwîst ji bo bidestxistin wê armancê di çarçoveke demî de.

* Rojhilata Naverast bûye zoneke nêvdewletî ku tundûtîjî têde berbelave û behsa wê yekê tê kirin ku ev navçeye ber bi şerekî xwînî ve diçe di navbera sune û şîeyan de, gelo bi nêrîna we ev tundûtîjiya Rojhilata Naverast ber bi ku ve dere?

- Bi nêrîna min tu kes nikare piştrast pêşbîniya wê yekê bike ka saleke din wê Rojhilata Naverast çawa be, ne 10 salên din, pir sînaryoyên cuda hene ku tên çaverêkirin rûbidin, ku piraniya wan jî sînaryoyên xerabin.

Her çawa be ew a ku ez dikarim bê kêşe bêjim, ew e ku bi nêrîna siyasetdanerên Emerîka xwedûrxistin û dest kişandin ji Rojhilata Naverast siyaseteke ne jîraneye. Vekişandina hemû hêzên Emerîka ji Îraqê û temaşekirina hêzbûna sal li pê sal a şerê navxwe li Sûriya nebûye sedema ku Emerîka pirtir bi selamet be, berûvajî, rêvebirina vê siyasetê bûye sedem û yarmetîder bû ji bo çêbûna valehiyeke metirsîdar ku bi şêweyekî diramatîkî bûye sedema bihêzbûna du hêzan ku cihê mezintirîn gefin bo ser berjewendiyên navçeyiyî yên Emerîka, ku ew du hêz jî tundrewên sune yên DAIŞê û qaîde ji aliyekî ve, herwiha Komara Îslamiya ya Îranê û Zîrevanên Şoreşa Îslamî ji aliyekî din ve. Ev du hêze bi hev re mijolî dirzandina Rojhilata Naverast in û ev jî gefa vêketina şerekî Sune –Şîe çêdike û herwiha ji ber hev hilweşandina tijî tundûtîjî yên dewletên serekî û kirêzên mezin yên penaberan û belavbûna çekên etomî û derketina terorîzma neteweyî di nav de jî bikaranîna terorîzmê li dijî Rojava.

Halê hazir paşeroja Rojhilata Naverast pir reş xuyadike, ev tişteke ku tu goman têde tune ye, lê tirsa min ji wê yekê heye ku ev paşeroje pirtir reşbibe di hazirnebûna serkirdatiyeke bihêz a Emerîka de û di amadenebûna hêzên sîstema nêvdewletî ji bo dûrpêçkirina vê kêşê û dûrxistina ew hêzên ku tirs û toqandin û hovatiyeke bê sinûr belavdikin.

* N tenê dewletên Rojhilata Naverast şikestine, belku sîstema nêvdewletî di navçeyê de şikestiye, wate dewlet nikarin parêzgariyê li serweriya xwe bikin û deshelatê di destê xwe de bêlin, gelo civaka nêvedewletî kar li ser wê yekê dike ku cardin vê sîstemê rêkbixe, yan sinûran dîne daku aramî vegere navçeyê?

- Her kesek wê bangeşeyê bike ku dikare di asta sîstema nêvdewletî de rojhilata naverast buguhêre rast nake. Baweriya min wihaye ku dîrok pir bi ronî zelal dike ku jidayikbûn û mirina neteweyan ne rûdanên aştiyane ne. berûvajî, bi şêweyekî giştî, ew piroseya jidayik bûn û mirinê, ta astekî bilind bi tundûtîjî û xwînrêjî û êş û derdên mirovan ve girêdayî ne ku berî demê kes nikare texmîna encamên wê bike. Ew yeke bila ji bîra we nere ku ev rojhilata naverast e ku tu tişt têde bi pîlan birêve naçe û têde buhara erebî di şev û rojekê de tê guhertin bo zistana erebî. Niha rewş xerabe, lê dibe xerabtir bibe yan pir xerabtir.

Pişt rast renge rûdan pir ber bi xerabiyê ve herin ku tu bijarde li ber destê me nemînin ji bilî cardin dariştina beşên serekî yên wê nexşeya navçeya ku niha heye. Lê nabe tu kes xwe bavêje nav bi ew baweriya ku ev pirojeyekî asan û sadeye. Em dikarin omêda baştirîn encam bixwazin lê gereke em pilanê ji bo xerabtirîn derencam jî dînin.

* Di nav ew gorankariyên ku tê pêşbînî û çaverêkirin ku di rojhilata naverast de çêbibin, ew e ku em dibînin her yek ji Seûdiye û Îran û Turkiya pirojeyên xwe hene bi taybetî ev sê dewletane dixwazin karîgerbin li ser rewta rûdanan û cihê pêçiyê wan hebe li ser nexşeya paşeroja navçeyê, gelo Rojava çawa dikare hevsengiya di navbera ew pirojeyên cuda de çêke?

- Giringtirîn karê ku Emerîka dikare encam bide parastina rolê xwe ye wek bihêztirîn karekter li navçeyê û sazkirina hevpeyman û dostên xwe ye ji bo birêvebirina siyaseteke giştgir ku bi armanca dirêjepêdan bi berjewendiyên xwe yên bingehîn be li rojhilata naverast, ew berjewendiyan jî pêktên ji asayîş û aramî û çaksaziyê.

Metirstirîn karê ku ew encam bidin ew e ku rê li ber bi hêzbûna wê nêrînê vekin ku Emerîka li Rojhilata Naverast paş ve dere yan vedikşe. Ev valahiyeke metirsîdar çêdike ku hum dostên me û hum dijminên me hewil didin bişêweyekê wê valahiyê tijî bikin ev jî nakeve xizmeta berjewendiyên dirêj yên Emerîka li navçeyê.

* Her karê ji destê Emerîka tê ew dike ji bo parastina Yekîtiya Îraqê, ev didemekê de ye ku li ser erdê Îraq perçe bûye û hukumeta navendî tenê deshelata wê li Bexdad û bajarên şîe yên başûrê Îraqê heye, bi gotineke din hukumet tenê nûneratiya şîeyan dike li welêt, gelo win ne hevhizirin ku rijdbûna Emerîka li ser yekîtiya Îraqê xizmeta berjewendiyên Îranê dike, çûnkî îraqeke yekgirtî şîe têde hakim dibin?

- Ew kêşeya ku siyaseta Emerîka ketiye nav ne bidestxistina Îraqeke demokrat û federal û yekgirtî ye, piştevanîkirina Malikî daku bibe serokwezîr di sala 2010ê de gavek bû li şûna ku yekîtiya îraqê bihêz bibe, zeîf bû, destê Îranê bihêztir kir li şûna ku zeîf bike, heman tişt ji bo kişandina Emerîka li sala 2011ê raste. Vê yekê valahiyeke mezin dirust kir û bûye sedem ku taîfegerî zêdetir bibe û destêwerdana Îranê zêdetir bû.

* Kêşeya Kurdî yek ji kêşeyên helpisardî ne li Rojhilata Naverast, halê hazir tenê kurdan kariye li ser erdê terorîzmê bişkînin, ji wê jî zêdetir , ji wê jî zêdetir kurd xudan buhayên hevbeşin ligel Emerîka û welatên Rojava û di heman dem de ku dixwazin bi dewletbin, bi nêrîna we ta çi astî damezrandina Kurdistaneke serbixwe bi gaveke giring tê hesbandin ji bo şikandina terorîstên DAIŞê?

- Paş çend şûnveçûnan di meha Aba borî de, Kurdan li Îraqê wek pehlewanan şerê DAIŞê kirine, karîne hemû ew axa Herêma Kurdistanê bidest xwe ve bînin ku ji dest dabûn. Piştevaniya esmanî a Emerîka giringiyeke yekalîker hebû di wan hewilande ku piştevaniyeke berfereh lê tê kirin ji aliyê civaka nêvdewletî ve, tu goman tê de tuneye ku gereke meşq û rahênan û hemahengiya Emerîka bi Herêma Kurdistanê re were fereh kirin û bihêzkirin. Gereke hewila girêdana şeraketeke rasteqîne di navbera Emerîka û Herêma Kurdistanê de were çêkirin ku herêmeke bihêz û geşkirî beû çaksazî têde hatibin encamdan, gereke ev armanca serekî a siyaseta Emerîka be û stoneke giring be ji bo dobare bidestxistin –bikêmasî- astekê ji aramî û asayîşa navçeyê.

Di demekê de Herêma Kurdistanê rolekî pir giring dîtiye di şerê dijî DAIŞê de, lê bi baweriya min li dawiyê aliyê serekî ji bo şikandina DAIŞê bi suneyan ve girêdayî yene bi Kurdan ve. Kurd ne dikarin û ne dixwazin û ne gereke ew aliyê bin ku li dawiyê DAIŞ li ser destê wan werin şikandin ji bajarên Enbar û Neynewa werin derxistin, tenê sune yên Îraqê dikarin wî karî bikin. Ew axa wan e, ew bajarên wan in. pêwîste Emerîka û Herêma Kurdistanê û Civaka Nêvdewletî û ji hemûyan jî giringtir Hukumeta Îraqê hemû karan encam bidin daku suneyên Îraqê li dijî DAIŞê bilivînin û pêkhateya wan bixin jêr destê wan.


Top