Li Qeladizê dû zarokan dixwestin bi nexşê herin Ewrûpa

Îbrahîm Ebûbekir (11) di sinifê 6an ê bingehînî de û Yûsiv Ebûbekir ku temenê wî 9 sal in û di pole 4ê bingehînî de ye, daniştvanên taxa fermanberên bajarokê Qeladizê ne. Bavê wan ku mamoste ye dibêje dû mamê wan li Ewrûpa ne û yek jî niha birê ketiye, loma bi baweriya wî: "Dane pey şopa mamên xwe û ev rê hilbijartine."
Îbrahîm behsa plana çûna xwe bo Ewrûpa kir: "Li malê baweriya wan bi me dihat, qet pere ji me venedişartin, me 300 dolar ligel xwe bir, pêşî me nexşeyeke cîhanê ji sûkê kirîbû, me dixwest li ser nexşê herin û me bi pênûsê cihê xwe li ser nexşê diyar kiribû, lê me qibleya xwe jibîr kir, loma me nema başûr û bakur ji hev nas kir."
Serêm sibeheke zû herdû bira bi dizî ji malê tên derve, wek Îbrahîm got: "Demjimêr 5ê sibehê ji mal derketin, bi otombîlekê çûn Raniya, ji wir jî çûn Hewlêrê, dema gihan Hewlêrê me konek bi 40 hezar dînaran kirî û me çû li Behrke veda, dû re polis me girt." Îbrahîm poşman e ji karê ku kir, lê dibêje: "Ji bo xweşiyê çûm û me dixwest herin Ewrûpa, ji ber ku vir nexweşe."
Yûsiv bi xwedîkirina herdû kevokên xwe re mijûl bû, wî behsa sedemê çûna xwe kir û got: "Mamê me li Brîtanya ye, carna ligel daxifin, her car ji me re dibêje dema hun mezin bûn werin." Xewna Yûsiv a mezin heye: "Dixwazim herim Ewrûpa û li wir bixwînim û bibim serkirdeyek û bêm xizmetê bikim, her dem dixwazim bibim serkirdeyekî wek Talabanî û Barzanî."
Mamoste Ebûbekir (40) her çiqasî pir dilgiran bûye bi wendabûna zarokên xwe û karê ku kirine, lê herdû zarokên xwe wek`bilîmet` wesif dike û dibêje: "Zarokên min pir jêhatî ne û destrengîn in û herdem tevî kursên kompyûter û wênekişandin û fêrbûna ziman dibin, jixwe bawer û behremend in, loma dan ser vê riya ne ji rêzê. Kurê min ê biçûk ji niha ve kêfa wî ji postan, pile û payebilindî ye. Zarokên min lezgîn in, herdem hewl didin fêrî zaniyariyan bibin, berê jî behsa çûna Ewrûpa dikirin, ji wan were nêzîk e û wê zû bigihinê, roja berî çûna wan nexşeyek anîn û gotin bavo Brîtanya û Iraq pir ji hev nêzîk in, lê min mebesta wan fam nekir ka ji ber çi wiha dibên, dema sibehê rabûm limêjê, ew ne li ser cihên xwe bûn." Rûdaw