MELETÎ - Di nava 2 salan de 147 hezar ton qeysiyên hişk hatin hinartin

Li parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê, piştî erdhejên 6ê Sibatê yên Mereşê bi bihayê 818 milyon û 965 hezar dolaran 147 hezar û 775 ton qeysiyên hişk hatine hinartin.
Serokê Borseya Bazirganiyê ya Meletiyê Ramazan Ozcan ragihand ku li Meletiyê 9 milyon darên qeysiyan hene û 50 hezar malbat debara xwe bi wan dikin.
Ramazan Ozcan diyar kir ku piştî erdhejên 6ê Sibata 2023yan hinartina qeysiyan li ser hev zêde dibe û ji bilî qeysiyên hişk di nava 2 salan de bi bihayê 30 milyon û 506 hezar dolaran 7 hezar û 919 ton dendikên qeysiyan jî hinartine.
Ozcan wiha got, “Di nava 2 salan de 147 hezar û 775 ton qeysî hatine hinartin û 818 milyon û 965 hezar dolar dahat hatiye.
Dema hûn li hinartina berhemên çandiniyê yên Tirkiyeyê dinêrin, dê were dîtin ku qeysî çi qasî berhemeke gîring e.
Helbet ji aliyekî ve qeysî têne hinartin û ji aliyê din ve dendikên qeysiyan jî ji bo me dahatek in.”
Rudaw