• Friday, 29 March 2024
logo

Berxa bi çavekî hate revandin

Gulan Media October 21, 2010 Corane
Berxa bi çavekî hate revandin
Li gundekî Qamişloyê bakur-rojhilatê Sûriyê berxeke seyr ya bi çavekî hate dinyayê, lê piştî çend rojan ji aliyê kesekî nenas ve hate revandin.

Roja îna borî li gundê Xerabê Umo yê nêzîk bajarê Qamişlo bi ser parêzgeha Hisiçayê ve, mîyekê za û berxeke ecêb ku bi çavekî bû anî dinyayê, lê piştî belavbûna xeberê li derdorê, kesekî ku îdîa kir ew ê berxikê bide Kargêriya Samanên Ajelan Li Parêzgehê, ew berx bir bêyî ku ti kes zanibe ew kî ye.

Piştî belavbûna nûçeyê, AKnewsê xwe gihand gundê Xerabê Umo ta ku rastiya bûyerê binase, lê ji ber ku ev mijar zêde hatibû tevdan xwedanê berxikê bersivên me qet nedan, Mihemed el-Osman daniştiyê gund ji me re wiha daxuyand, “Min bi xwe berxik dî, tiştekî seysr bû ez mat mam ta maka berxikê jî jê ditirsî û direviya.”

El-Osman ji bo ku em bawer bikin foto ji telefona destan şanî me dan û wiha domand, “Nûçe gelek bi lez li deverê belav bû, xelk ji her derê dihat ta teşeyê berxa biçavekî bi bîne, lê gelek kes jê ditirsiyam her wiha nişteciyên gund xwestin wê ji gund derxin.”

Derbarê kesê berx revandî, daniştiyê gund Casim el-Ehmed ji AKnewsê re wiha aşkere kir, “Kesekî nenas bi behaneya ew dê berxikê bi de Kargêriya Samanên Ajelan Li Parêzgeha Hisiçayê, berxik bêyî çi berambereke mayekî yan birrek pere, ji xwedanan wergirt.”

El-Ehmed got, “Ew kes ne xizmê xwedanê berxê ye û ne ti kaes wî nas dike û ne jî belge pê re hebûn ku ew ji Kargêriya Samanên Ajelan ve hatiye, wî tenê îdîa kir ew dê ji wan re bibe.”

Hêjayî gotinê ye ev doxên ne yasayî ji zayîna ajelan li gelek dewletan derketiye, weku sala 2008ê li Filistînê doxeke nêzîk evê, rû daye.
AKnews
Top