• Tuesday, 16 April 2024
logo

Fermanberekê Iraqî 2,500,000 $ wek bertîl redkir

Gulan Media October 13, 2010 Corane
Fermanberekê Iraqî 2,500,000 $ wek bertîl redkir
Di beyannameka desteka destpakiya Iraqê de hatiye ragehandin, ku hatiye karîn bi rêya dezgehên ewlekariyê du kesan bigirin, ku hewl dabûn bo bi destxistina pirojeka sermayetgozarî kojmê 2,500,000 dolaran bidin fermanberekî.

Beyannama desteka destpakiyê de hatiye ku wan herdu kesan bi keçeka fermanber re rêkeftibûn daku fermanberekê din razîbikin lê belê fermanber razînebû 2,500,000 dolaran weko bertîl wergire.

Dsteka destpakiyê herweha ronkiriye ku ew keça fermanber xwe we nûnera çend kompaniyên Lubnanî û tirkî nîşan dabû, û xuyakirin ku wan du kesan li xweringehekê li bexda çekêkî 2,500,000 vêrebûn û dixwestin bidin fermanberî, belê fermanberî ber wê desteka destpakiyê agehdar kiribû, û paşê desteka navbirî bi rêya polîsan ew du kesane girtin.

Li dawiyê beyannama desteka destpakiyê stayişa helwêsta fermanberî kir û piştgirî û hevkariya welatiyan bi hokarê yekê yê bin pêkirina gendelîyê da zanîn.
Top