• Saturday, 27 April 2024
logo

Naom Chomsky: Maf bi tekoşînê tên bidestxistin

Gulan Media October 9, 2010 Corane
Naom Chomsky: Maf bi tekoşînê tên bidestxistin
Zimanzan û Nivîskar Noam Chomsky di konferansa "7-min Gihîştina Stenbolê ya Azadiya Ramanê" de ragehand ku maf bi tekoşînê tên bidestxistin wiha got: ‘’Ji bo bi destxistina mafan divê tekoşînek bi zanebûn û birêxistin bê dayîn.’’

Konferansa "7-min Gihîştina Stenbolê ya Azadiya Ramanê" ku di sala 1997an de dest pê kiribû li Kampusa Dolapdere ya Zanîngeha Bîlgî hat lidarxistin. Konferans ji aliyê Zaningeha Bîlgî û Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ve hat lidarxistin. Di konferansê de Prof. Dr. Noam Chomsky, Sekreterê Giştî yê PENê yê Norveçî Eugene Shoulgin, Prof. Dr. Richard Falk, Prof. Dr. Hilal Elver, Hiqûqnas Judith Chomsky, Raportorê Tirkiyê yê Lêborîna Navneteweyî Andrew Gardner û Aktîvistê Hîndî Corinne Kumar amade bûn.

Her wiha ji Azerbaycan, Gurcîstan, Fîlîpîn, Bulgarîstan, Pakîstan, Ukrayna, Swêd û Rusya jî mêvan beşdarî konferansê bûn. Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Kadir Topaş ku diva bû axaftina vekirinê bikira, ji ber beşdarî konferansê nebû Şanar Yurdatapan axaftin kir. Piştî Yurtatapan Serokê Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Bîlgî Prof. Dr. Turgut Tarhanli û Prof. Dr. Naom Chomsky jî axifîn.

Prof. Dr. Turgut Tarhanli, da zanîn ku hindik be jî li Tirkiyê hinek pêşketin çêdibin û evna jî wekî pêngaveke erênî nirxand. Zimanzan û Nivîskar Noam Chomsky jî diyar kir ku azadî û maf bi tekoşînek bi rêxistin û zanistî tên bi destxistin. Chomsky da zanîn ku Mafên Mirovan her tim bi tekoşînê hatine bi destxistin û got: ‘’Tu carî mafên mirovan ji aliyê serdestan ve nehatine dayîn. Li Amerîka jî hê bi tevahî pirsgirêkên mafên mirovan çareser nebûne. Li Tirkiyê jî di aliyê bidestxistina mafan de hinek pêşketin çêbûne.’’

'Divê her tim ji bo parastina mafan xebat hebe'

Chomsky, bal kişand ser helwesta Tirkiye û Amerîka ya di warê binpêkirina azadiya mafan de û wiha dirêjî bi axaftina xwe da: ‘’Amerîka û Tirkiye di warê binpêkirina mafan û astengiyên dijî azadiya mafan de du mînakên balkêş in. Ji ber vê yekê divê li dijî van bi têkoşînê mafên azadiyê bên bi destxistin. Divê her tim tekoşîn ji bo parastina mafan bê dayîn.’’

'Divê dewlet û kes baweriyê bidin hev'

Duyemîn Serokê PENê Eugune Schoulgin jî destnîşan kir ku erkê dewletê parastina mafên mirov û parastina mafên kesan e. Schoulgin, bibîrxist ku li gelek welatên cîhanê li hemberî azadî û mafên mirovan astengiyên mezin hene û axaftina xwe wiha qedand: ‘’Di warê parastina mafan de rewş ber bi xerabiyê ve diçe. Li gelek welatan êrîş zêde dibin. Li Meksika li şûna rojnamegeran bigrin, berevajiya wê dikujin. Pirsgirêka baweriyê zêde ye. Li Tirkiyê jî ne dewlet ji kesan bawer dibe, ne jî kes ji dewletê bawer dikin. Baweriya kesî bi kesî nayê. Divê baweriya li hemberî hev xurt bibe.’’

Jêder: rudaw
Top