• Thursday, 25 April 2024
logo

Xelata Nobel ya Wêjeyê îsal bo Mario Vargas Llosayî bû

Gulan Media October 8, 2010 Corane
Xelata Nobel ya Wêjeyê îsal bo Mario Vargas Llosayî bû
Akademiya Swêdê, îsal nivîskarê perûyî Mario Vargas Llosa yê 74 salî, hêjayî xelata Nobelê ya wêjeyê dî. Mario Vargas Llosayî got ku wî dizanî navê wî di nav berbijaran de ye lê belê wergirtina xelatê bi xwe ji bo wî sersormaneka mezin bû.

Mario Vargas li New Yorkê got ku ev tişte wek danpêdaneka navnetewî ye bi zimanê spanî û got: ‘Zimanê spanî zimanekê enerjîk e. Spanî wekî zimanekê modern ji aliyê 500 milyon mirovan ve tê bi kar anîn’.

Mario Vargas Llosa herweha got ku wergirtina vê xelatê dê hinekê jiyana wî serûbin bike lê belê ew dê hewl bide ku heta roja dawiyê ji jiyana xwe binivsîne.
Top