• Friday, 26 April 2024
logo

Entab, Hewlêr û Kerkûk ji kevintirîn 20 bajarên cîhanê ne

Gulan Media October 7, 2010 Corane
Entab, Hewlêr û Kerkûk ji kevintirîn 20 bajarên cîhanê ne
Li gor vekolîneke ku ji alîyê berpirsên kovara (Tîme Ewtewe) hatiye encamdan, 20 bajarên herî kevin yên cîhanê ku ji wan 3 bajar li kurdistanê ne hatin destnîşan kirin.
Li gor vekolîna navborî bajarê Entabê ku dikev bakûrê Kurdistanê, 9emîn bajarê kevna cîhanê ye, ku 3650 sal BZ hatiye avakirin, bajarê Hewlêrê jî 13emîn ne, ku 2300 sal BZ hatiye avakirin, li pê wê Kerkûk tê, ku di rêza 14 ê ya kevintirîn bajarên cîhanê ye û 2200 sal BZ hatiye damezrandin. ‏
Top