• Friday, 19 April 2024
logo

Di Roja Zarokan a Cîhanî de zarokê 3 salî li dadgehê îfadê dide

Gulan Media October 5, 2010 Corane
Di Roja Zarokan a Cîhanî de zarokê 3 salî li dadgehê îfadê dide
Her sal yekemîn duşema Cotmehê wek Roja Zarokan a Cîhanî tê pîrozkirin. Li gor îstatîstîkên Weqfa Zarokan, li cîhanê her sal gelek zarok ji ber birçîbûn û şer jiyana xwe ji dest didin. Li Tirkiyê jî nêzîka 25 hezar zarok li kolanê dijîn. Tundî û tacîza li hemberî zarokan her diçe zêde dibe. Di hundirê 5 salan de hezar û 700 zarok hatin rewandin. Rewşa Agir Adar ê 3 salî ku li Rihayê bi diya xwe re hatibû binçavkirin û derxistin dadgehê jî di Roja Zarokan de rewşa zarokên Kurd radixe ber çavan.

Di sala 1954an de Fona Alikariya Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî (UNÎCEF), yekemîn duşema Cotmehê wek Roja Zarokan a Cîhanê ragehand. Piştî ev biryar hat wergirtin, Neteweyên Yekbûyî di sala 1959an de Danezana Mafên Zarokan weşand. Li gor danezanê, "Li hemberî tu zarokan ji ber nijad, reng, zayend, ol, ziman û beweriya siyasî cudakarî nayên kirin." Her zarok, dema tê dinê, mafê welatî û nav werdigre. Divê her zarok ji ewlehiya ciwakî sûd werbigrin. Pêwist e zarokên seqet bi awayekî taybet bên dermankirin. Her zarokek xwedî mafê leyistina leyistikê ye. Her zarok xwedî mafê dîtina perwerdeya zimanê dayikê ye.

'Li Cîhanê 920 hezar zarok nikarin, ava paqij vexwin'
Li gor lêkolînan, li cihanê ji sedî 40 zarok, di bin sînorê birçîbûnê de dijîn. Dîsan li gorheman lêkolînan, li Afrîka û Rojhilata Navîn, di her 10 saniyeyan de zarokek jiyana xwe ji dest dide. Li cihê ku şer jî didome, her roj zarok jiyana xwe ji dest didin. Li Cîhanê 920 hezar zarok nikarin, ava paqij vexwin. 2 milyon, zarok virusa HIV wergirtine. Hejmara zarokên ku ji ber AIDSê bê dayik û bav mane, gihişt 15 miyonan.

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê de jî rewş ne pir cuda ye. Nêzîka 25 hezar zarok li kolanan dijîn. Di bûyerên şîdet û tacîzê de zêdebûn heye. Di hundirê 5 salan de nêzîka 1700 zarok hatin revandin. Şîdetê dibînin û li ber sînorê birçîbûnê li kolanan dijîn. Li gor gelek daneyên weqfan, li Tirkiyê pirsgirêka herî mezin a zarokan şîdet e. Di bûyerên şîdetê de ji sedî 20 zêdebûn heye. Berî dibistanê herî zêde zarok tên dabkirin. Zarokên rastî şîdetê tên di cihên girtî de tên girtin. Li gor daneyên weqfê ji her 4 zarokan yek xizan e û li kolanan dixebite. Temenê wan zarokan di navbera 7 û 8 salan de tê guhertin. Cihê herî zêde zarok lê dixebitin Mêrsîn, Amed, Colemêrg, Mêrdîn, Riha, Wan, Edene û Stenbol in. Hejmara zarokên di kolanan de dijîn 25 hezar e.

Li cihanê jî wek Tirkiyê di nav 10 salan de bûyerên zarok tên îhmalkirin û îstîsmarkirin zêdebûn e. Herî zêde di bûyerên tacîza zayendî de zêdebûn heye. Cinayetên namusê jî mafê jiyanê yê zarokên keç bin pê dike. Di hundirê 5 salên dawî de hezar û 700 zarok hatin revandin. Pirsgirêka din ya girîng asta perwerdê daketiye. Li Tirkiyê ji 4 zarokên diçin dibistana seratayî 3 ji tiştên dixwînin tiştekî fêmnakin û dibistanê xilas dikin.

Zarokên kurdan hê jî di dorpêça ceza û îşkencê de ne
Zarokên Kurdan jî li gel van daneyan rastî cudakariyên dewletê tên. Di destpêka perwerdê de bi milyonan zarokên Kurd perwerdeya bi zimanê dayîkê nabînin. Bêdengeya di nav perwerdê de dibe sedema serneketina zarokên Kurd. Herwiha ji ber ku tevlî çalakiyên civakî bûne gelek hatin girtin, îşkence dîtin û ceza girtin. Hejmara zarokên Kurdan ên di çarçovaya TMKê de ji sala 2006an heta niha tên darizandin ji 10 hezaran derbas dibin. Li gor daneyên Şopkerên Adaletê yên ji bo Zarokan hê di girtîgehan de gelek zarok hene û bi hezaran jî tên darizandin. Di Roja Zarokan a Cihanê de rewşa zarokê Kurd ê bi navê Agir Adar ê 3 salî ku bi dayîka xwe re 3 rojan li Rêveberiya Polîsan a Rihayê di binçavan de derbas kir radixe ber çavan.

Jêder: rudaw / (DİHA)
Top