Piştî 8 caran girtin, Azadiya Welat dîsa dest bi weşana xwe kir
Ev a li jêr gotara destpêkirinê yê Edîtorê Rojnama Azadiya Welat e:
Çepera herî xurt a ziman, çand û wêjeya kurd e Azadiya Welat. Amûra ragihandinê ya herî bihêz a kul û derdên kurdan, serkeftin û şahiyên kurdan bi zimanê qedexe bi kurdiya qedîm radigihîne ye. Benda herî mezin a li pêşiya polîtîkayên asîmîlasyonê yê Komara Tirk e.
Azadiya Welat nefesdayina xwerû kurdî ye, bingehînê rawekirina siyaseta kurd a bi kurdî ye. Di dehan şewatan re derbas bûye, bi xwîna pîroz stewiya û heta roja me li ser keda şehîdên çapemeniyê mezin bilind bûye. Maratoreneke bê navber, bê rawestîn û bê bêhnvedan e.
Lewra mêtînger, pişaftvan, konseptvanên tunekirin û înkara kurdan Azadiya Welat mîna astengiya herî mezin a li pêşiya polîtakayên xwe dîtine. Rojnameya bi 'Zimanê nayê zanîn' bi her cure zextê re rû bi rû ma. Qetilkirina nivîskar, nûçegihan, belavkeran, zîndan, îşkence û her cure zext bê navber berdewam kir. Di destpêkirina her konsepta tunekirin, zext û êrîşê de hedefa yekemîn Azadiya Welat bû. Kîjan demê xwestin kurdan bêdeng bikin pêşî Azadiya Welat dane girtin. Kengî xwestin gelê kurd di hilbijartin, referandûm an pêvajoyên din ên girîng de bêbandor bikin, an li gorî xwe manîpule bikin beriya her tiştî Azadiya Welat bêdeng kirin.
Azadiya Welat 8 caran hate girtin û piştî her girtinê bihêztir mîna Teyrê Zumrutu Anka ji xweliya xwe careke din afirî. Her carê ji ya din bihêztir, dilsoztir û bi biryabûneke xurtir dest bi weşanê kir.
Herî dawî di pêvajoya beriya referandûma destûra bingehîn de hikûmeta AKP'ê û dewleta tirk Azadiya Welat ji bo mehekê dan girtin. Bêguman mebest bi vê yekê bandorkirina li ser asta boykotê bû. Her wiha di dema ku qala hewldanên çareseriyê dihatin kirin de jî peyama ku kurd hêviya tu mafan nekin dihate kirin. Jixwe piştî vê ne bi demekê peyamên R. Tayip Erdogan ên perwerdeya zimanê zikmakî nabe jî berdewama heman peyamê bûn..
Piştî mehekê bi destpêka payizê re rojnameya Azadiya Welat careke din bi heyecan û coşa roja destpêkê careke din xwendevanên xwe himbêz dike.
Di pêvajoyeke gelekî girîng de Azadiya Welat cara 9’emîn bi hêz û bixwebaweriya piştaxwe dayina danehev, kevneşopî û destkeftiyên gelê kurd derdikeve.
Pêvajoya girîng a avakirina hîmê çareseriya kurd Xweseriya Demokratîk de Azadiya Welat bi mîsyona xwe yek ji navgînên herî girîng a pêvajoyê ye. Disa di pêvajoya ku lêgerîn, hewldanhen çareseriya pirsgira kurd û hewldanên tasfiyekirinê di zik hev de tên meşandin de rol û mîsyona Azadiya Welat dê were wateya îfadeya helwesta vîna kurd.
Azadiya Welat a di meşa xwe ya bi rûmet de beyî tawîzeke biçûk bide û di her kêliya weşanê de hewl da layiqî şehîdên çapemeniya azad, berdelên hatine dayin û keda gelê kurd ê fedakar be îro dest bi weşanê kir.
Azadiya Welat rojnameya Welatê Azad e û bi keda gelêe kurd, we xwendevanên hêja gelek pêvajoyên dijwar derbas kirin û êrîş pûç derxistin. Bê guman ji îro pêdê jî dîsa dê bi xwedîderketina gelê kurd, saziyên kurd û xwendevanan ji her demê bihêztir bibe dengê gelê kurd, dengê gelên bindest û bibe sembola vîna kurd.
Bi vê hêza ku ji gelê xwe digire dest bi weşana nû dike. Bi naverokeke nû û dewlemend dest bi weşana nû dike.
Heta niha ji ber tora belavkariyê rojnameya me ne digihişt gelek cihan. Ev yek dibû sedema nerazîbûna xwendevanên kurdî. Bi taybetî ji girtîgehan ev rexne li me dihat kirin. Me nêrînên xwendevanên kurdî li ber çavan girt û bi tora belavkariyê dê rojnameya we li bayiyan be. Em bawer dikin ku xwendevanên kurdî dê her roj li bayiyan rojnameya xwe bistîne û lê xwedî derkeve.
Em gihiştin wê qenaetê ku dîroka Kurdistanê ji aliyê gelê kurd ve tam nayê zanîn. Ji bo em karibin îro baş binirxînin, divê em dîroka xwe bizanibin. Di vê çarçoveyê de em ê hefteyê carekê dîroka Kurdistanê ji neolîtîkê heta roja îro di rojnameyê de biweşînin.
Di warê tenduristiyê de heta niha gelek tişt hatine gotin. Lê em dixwazin bi zimanê xwe birînên xwe derman bikin. Di vê çarçoveyê de hefteyê carekê der barê nexweşiyê û pergala tenduristiyê de dê hûn bi zimanê xwe dermanê xwe peyda bikin.
Yek jî me xwest ku em bi krîtîkên li ser pirtûkên kurdî û sînemaya kurd pencereyeke cuda li ber xwendevanên kurdî vekin. Di vê pencereyê de li asoyên heyî asoyekî din zêde bikin.
Me di vê dema weşana nû de nivîs û nûçeyên bi dimilkî xwest ku li hemû rojnameyê belav bikin. Yanî tenê ne di nava rûpelekê de li tevahiya rojnameyê nivîs û nûçeyên bi dimilkî belav bikin. Nivîsên bi dimilkî û yên din bi hev re bala li ser dimilkî zêdetir bikişîne û ji aliyê her kesî ve bêne xwendin.
Di dema weşana nû de em ê bi dosya û lêkolînên çandî yên li parçeyên Kurdistanê yên din bi we re bin. Em zêdetir der barê çand, kevneşopî û hunera li parçeyên Kurdistanê yên din nizanin. Bi vê xebatê parçeyên Kurdistanê hêj zêdetir nêzî hev bikin.
Bêguman gelek mijarên cudatir dê di rojnameyê de hebin. Her wiha hin nivîskarên nû li rojnameyê hate zêdekirin. Ji niha û pê de Heqî Boltan, Şerefxan Cizîrî, Dîlan Aydin, Rotînda Yetkîner, Mihemed Ronahî, Alî Guler, Mazhar Gunbat, Dr. Remzî Azîzoglu, Mehmet Şahîn, Memed Drewş, Ronî War, Abdulkerîm Bîngol, Xelîl Xemgîn… bi we re bin.
Her wiha me zarok ji bîr nekirin. Ji ber ku zarok pêşeroja gelekî ne, ne mumkûn e bêne jibîrkirin. Gelekî ku li ser pêşeroja zarokan nefikirin dê ne xwedî pêşerojeke xurt bin. Ji ber vê yekê her mehê em ê çîrokeke kurdî ya bi xêz diyarî zarokên kurd bikin ku pêşeroja zimanê kurdî hêj xurtir be.
Azadiya Welat ku ji kaniya kurdî heta roja îro li hemberî zext û zordariyên dewletê tu carî sere xwe ne tewandiye careke din ji dil û can em dibêjin ‘Merheba’