• Thursday, 25 April 2024
logo

Li Wanê kovara ‘Bûka Baranê’ derket

Gulan Media September 28, 2010 Corane
Li Wanê kovara ‘Bûka Baranê’ derket
Li Wanê, ji aliyê Şaredariya Wanê ve ji bo zarokan kovara "Bûka Baranê" ya bi kurdî hate derxistin.

Hejmara pêşîn ya kovara ku ji aliyê Midûriyeta Kulturê ya Şaredariya Wanê ve amadekariya wî tê kirin, derket. Kovar ji 50 rûpelan pêk tê.

Mebesta kovara 3 mehî “Bûka Baranê” ew e ku bi zimanekî hêsan dîrok û kultura kurdan fêrî zarokan bike.

Di kovara ku gramer û rêzimana kurdî jî tê de tê hînkirin de, di vê hejmarê zana de û navdarên kurd Ehmedê Xanî û Feqîyê Teyran jî hatine nasandin.

Her weha di kovarê de mijarên wekî Newroz, salnameya kurdî, serdema dewleta Med, hunera dengbêjiyê û ligel çîrok û destanan danasîna xebatên sportîf jî cihekî berfireh girtiye.

Midûrê Kulturê yê Şaredariya Wanê Hüsamettin Öztürk, derbarê mijarê de ji AKnewsê re axivî û diyar kir ku wan di çarçoveya projeya “Şaredariya pirzimaniyê” de, 4ê Nîsana 2010ê ji aliyê Meclisa Şaredariyê ve biryar e ku bo zarokên 12-18 salî vê xebatê bimeşînin.

Jêder: AKnews
Top