• Tuesday, 14 May 2024
logo

Seredana Barzanî ji bo Emerîka boyereke dîrokî bû bi taybet ku ala Kurdistan û Emerîka bi hev re hatibûn vedan

Seredana Barzanî ji bo Emerîka boyereke dîrokî bû bi taybet ku ala Kurdistan û Emerîka bi hev re hatibûn vedan
David Phillips rêveberê pirograma dûrxistina tengasiyan û danîna binyata aştiyê li zanîngeha Emrîka li Waşintonê û vekûlerê li navenda vekolînên mafê mirovan li zanîngeha Kolombiya, David Phillips wek rawêjkarê sikiretêrê Neteweyên Yekgirtî kar kiriye û herweha rawêjkarê bilind yê wezareta derve ya Emrîka bû, û ji bo karên derve di çendîn biyavên ekadimî de postên cuda wergirtiye, ji wana ku vekoler bû li navenda vekolînên rojhilata navîn li zanîngeha Harvar û niha cêgirê rêveberê civata peywendiyên derve û navenda rêgirtin li tengasiyan û heyamekê jî li ekadîmiya diplomasî ya Vênnayê pirofîsor bû, herweha rêveberê navenda Ewropa ji bo zemîna hevbeş û rêveberê şîretgeha navdewletî bû ji bo aştiyê li Osloyê, pirofîsor David Phillips yek ji wan ekademî û diplomatkarên Emrîkî ye yên ku çendîn sal kar li ser doza Kurd bi giştî û peywendiyên herêma Kurdistanê li gel Iraqa federal dikin û xwediyê piroja dabeşkirina deshelatê ye ku li sala 2002ê li konfirensa (Kurd kilîta ewlehiya Îraqê ne) pêşkêş kir, herweha Phillips yek bû ji wan ekadîmiyên ku di kongira mada 140ê de li Emrîka beşdarî kir û li vê dawiyê bi hevkarî li gel şîretgeha Trans Etlentîk serperiştiya piroja asayî bûna peywendiyên di navbera herêma Kurdistanê û Turkiyê de dike
* Giringiya seredana serok Barzanî di çi de bû?

- Pir giring bû ku serok Barzanî ji aliyê serok Obama û Cozêf Baydin cîgirê wî ve hatin pêşwazî kirin, wan derbarê ferehkirina çalakiyên li dijî terorê û rewşa Kurdistan û pirsa Pêşmerge gotûbêj kirin, di dema kombûna bi Koşka Spî û Pentagonê, Barzanî û şanda pêre hatin piştraskirin, ku wê çekên pêwîst ji pêşmergan re peydabikin. Pir emerîkî xweşhalbûn ku ala Kurdistanê li kêleka ala Emerîka di dema hevdîtina serok Obama û serok Barzanî de hatibûn vedan.

* Me dît ku Barzanî û şanda pêre û wezîrê pêşmerge bi berpirsên Pentagonê re civiyan, gelo destkeftên wê civînê çibûn?

- Ez ne di wê civînê de bûm, ji ber wê ez nikarim di wê derbarê de tiştekî bêjim, lê gotûbêjek heye di derbarê gelo pêwîste Emerîka bi rêya hukumeta Îraqê çekan peydabike, yan na? gelo rêyên karatir hene ku bi şêweyekî rastewxo pêwîstiyên pêşmerge werin berhevkirin? Serok barzanî ew yek destnîşankir ku ew piştevaniya bidestxistinê dike bi her şêweyekî be ku ji bo Kurdistan û Emerîka baş be. Giringe ku hêza pêşmerge bibe hêzeke profîşiyonal daku wek leşkerê niştimanî kar bike, ev jî pêwîstî bi yekxstina pêşmerge û asayiş û hewalgiriyê heye, herwiha gereke partatî ji her pirseke ewlehiyê were dûrxistin.

* Berî seredana Barzanî, ew denge hebû ku berûvajî berê, vê carê Emerîka baştir wê guhdariya xwastekên kurdan bike, bê goman mebesta me xwasteka serbixweyiyê ye, gelo win dibînin wê biştevaniya serbixweyiyê hebe?

- Ez nabînim ku Emerîka niha amadeye piştevaniya serbixweyiyê bike. Tevî wê jî baweriya min wiha ye ku derbarê hewilên kurdan ber bi serbixweyiyê hoşyariyeke zêdetir heye. Lê gereke were yekalî kirin ka kengî û çawa û di bin çi mercan de ev biryare wê were dan. Rewşek heye, mîlîşyayên şîe ku ji aliyê Îranê ve tên kontrol kirin, bi ser hêzên leşkerê Îraqê de zalin. Heger Emerîka ji dil dixwaze DAIŞê zeîf bike û jinavbibe, wiha gereke bi wan kesan re kar bike ku şiyan û pêgiriya wan heye, Kurdistanê pêgiriya xwe bi buhayên Rojava nîşandaye, herwiha Kurdistana Îraqê baştirîn dostê Emerîka ye li navçeyê û pabende ku ji aliyê ewlehiyê ve ji nêzîk ve hevkar be.

* Tu çawa li biryara komîta serbazî a Kongresê dinêrî derbarê pêdana çekan bi Pêşmerge?

- Têgehiştineke ber bi zêdebûnê ve heye li Waşintonê ku Îraq bi kûrî hatiye perçekirin, beşdariya Heşda Şebî di şerê Tekrît û cihên din yên li Enbarê de xizmeta li hevhatina niştimanî nekir. siyasetek ku ji destpêkê ve Bexdad bi şaştî û kêmkasî dide meşandin û bûye sedem ku hukumeteke çalak li Îraqê tune be. Lê kurdan pabendbûna xwe bi demokrasî û rûbirûna DAIŞê selimandiye û li Kurdistana Îraqê û li navçeyê bergiriyê ji kemîneyan dikin.

* Gelo tu hewil hene ku çekên giran bidin pêşmerge?

- Baweriya min wihaye ku gereke çekên giran yên êrîşkirinê bidin pêşmerge ji bo rizgarkirina axê û lêdana dereyên giran li DAIŞê. Heta niha Emerîka çekên bergiriyê yên sivik û navend dane Pêşmerge. Bexdad tekezê li wê yekê dike ku gereke hemû çek bi rêya wan werin peydakirin û paşê bidin Pêşmerge. Ez bawer nakim ku ev karatirîn rê be ji bo aramiya Herêmê û ji navbirina DAIŞê. Gereke kurd yekser çekan ji Emerîka û hevpeymaniya fereh netewe wergirin û gereke çekên giran bidin wan wek yên ku Emerîka ji bo Bexdadê peydadike. Tu eger tune ne ku Kurdistana Îraqê wan çekan li dijî leşkerê Îraqê bikarbîne paş encamdana rapirsiya derbarê serbixweyiyê, serok Barzanî bi zelal ragihandiye ku Kurdistana Îraqê wê rêyên diyalogê bikarbîne ji bo rêketin li ser mercên cudabûn serbixweyiyê ji Îraqê.

* Wek tê zanîn Bexdad derbarê para bodceyê de nepabende bi rêkeftina bi Kurdistanê re, lewra ew pirsyare tê kirin ka bo çi Emerîka ji bo cêbecêkirina wê rêkeftinê guvaşan li ser Bexdadê çênake?

- Rêkeftina Bexdadê gaveke pozetîv bû, lê biserneketina hukumeta îraqê di cêbicêkirina rêkeftina bi Kurdistanê re, gomaneke cidî çêkir derbarê rastgoyiya hukumeta Îraqê wek hevkarekî bawerpêkirî. Serok wezîr Ebadî jî nikarî pabendbûna xwe cêbecê bike. Pêwîste Bexdad pabendbûna xwe bi rêketina Bexdadê biselimîne, heger na wê kurd bawerî bi wan nemîne û ev yek dibe sedema bilez ji ber hev hilweşîna Îraqê.

* gelo tu pêgork yan bijardeyeke din li hember kurdan heye?

- pêwîstiya Kurdistanê bi rêçik û deriyekî heye ji bo cîhanê. Turkiya selimand ku ne hevkarekî bawer pêkirî ye di dema kirêza meha Abê de. Her çawa be, karekî baş e ku paş helbijartinên 7 Hezîranê zêdetir gotûbêjan win bi Enqere re bikin ji bo encamdana hevkariya nû. Renge dergeheke din hebe ew jî Rojava û beşên Sûriya be, wate Herêma Kurdistanê peywendiyeke berdewam hebe û navbera xwe xweş bikin û berjewendiyên hevbeş bibînin ku ew berjewendiyane berjewendiya kurda ne, ev hevkariye li Kobanê hate kirin. Gereke li ser vê hevkariyê were avakirin daku kurdên navçeyê bi hev re karbikin. Helbijartinên bê yên Turkiya yekalîkere. Heger BDP berbesta ji sedî deh derbazke, wê demê wê destbilindiyeke mezintir bi ser hukumeta Enqere de hebe.

* Barzanî seredana Hingariya û Çîkê kir, komara Hingariya piştevaniya xwe ji bo serbixweyiya Kurdistanê derbirî, gelo ta çiqasî ev gaveke giringe?

- Giringe ku piştevaniyeke fereh û navçeyî hebe ji bo serbixweyiya Kurdistanê, bi taybet ku Îran û Turkiya li dijê ne. li dawiya piştevaniya Emerîka giringtire. Ev jî sedem bû ku di seredana Barzanî a ji bo Waşintonê de beşke giring ji gotûbêjan di vê derbarê de bû, ragihandina serbixweyiyê di rojeke diyarkirî de nayê encam dan, her çawa be, avakirina dewletekî kara demê dixwaze. Niha giringe Herêma Kurdistanê biselimîne ku bi rastî amadeye xwe birêvebibe, daku bikare piştevaniyeke siyasî zêdetir bidestxe.

* di dema ku serok Barzanî serkirdeyekî li eniya pêş a şerê terorîsta ye, win çawa seredana wî a ji bo Emerîka dinirxînin?

- Seredana Barzanî boyereke dîrokî bû. Pênc sal bi ser dawî seredana wî a ji bo Waşintonê re derbazbibûn. Di wê mawê de guhertinên mezin çêbûne. Pêwîste rêveberiya Obama ji nêzîk ve guhdariya boçûna kurdên Îraqê bike û hevkariyên ewlehî û siyasî û abûrî bi hukumeta Herêma Kurdistanê re kûrtir bike.

* Peyama te ji bo xelkê Kurdistanê çiye?

- Bijî azadî û demokrasî.
Top