Di 8 mehan de li herêma kurdistanê 376 kes di bûyerên hatûçûyê de mirin

Qadir Sidîq Rêvebirê ofîsa ragihandinê ya Rêvebiriya Hatûçûyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de got: “Di nav 8 mehên destpêkê yên îsal de, di encama bûyerên hatiçûyê de li parêzgeha Silêmaniyê 173 kes, li Hewlêrê 166, li Kerkûkê 48 û li Dihokê 39 kes jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran kes jî birîndar bûn.”