• Saturday, 20 April 2024
logo

Zarokekî ku ji Silêmaniyê hatibû revandin hate rizgarkirin

Gulan Media September 19, 2010 Corane
Zarokekî ku ji Silêmaniyê hatibû revandin hate rizgarkirin
Piştî ku seat 11:30’ê roja pêncşema borî zarokekî sê sal û nîvî ji taxa Kurdistan ya bajarê Silêmaniyê hate revandin, piştî agahdarkirina asayîşa Silêmaniyê şeva çûyî hêzên asayîşa Silêmaniyê bi alîkarê hêzên dijî terorê û lîwayeke taybet bi sekreteriya serok Mam Celal li taxa Sewre ya bajarê Bexdayê hate azadkirin.

Derbarê bûyerê de rêvebirê asayîşa Silêmaniyê bû PUKmedia ragihand ku piştî komkirina zanyariyan şeva bihurî hêzên ewlekariyê zarokê revandî rizgar kirine û bandekî 3 kesî jî destgîr kirine.

Wê bandê daxwaz ji malbatê zarokê revandî kiribû ku ew dê li hemberî 250 hezar dolarî wî zarokî rizgar bikin û hersê tometbar ji aliyê hêzên asayîşê ve hatine destgîrkirin.
Top