• Tuesday, 14 May 2024
logo

Emaziya Baram bo Golan: Barzanî di seredana xwe a ji bo Waşintonê de dikare damezrandina dewleta Kurdistanê bi Emerîka re behs bike

Emaziya Baram bo Golan: Barzanî di seredana xwe a ji bo Waşintonê de dikare damezrandina dewleta Kurdistanê bi Emerîka re behs bike
Profîsor Emaziya Baram ji naverasta salên heftêyî yên sedsala bûrî ve xwendinê li ser rewşa Îraqê dike û heta niha her berdewame, di dema amadekariyên Emrîka ji bo operasyona azadkirina Îraq, profîsor Baram yek ji ew ekadîmîst û psporan bû ku şîret û rasparde ji bo Corc Debilyo Boş dane, wê demê profîsor Baram serokê navenda Saban bû li şîretgeha Birokîngiz, niha jî yek ji vekolerên bilindên şîretgeha United State Bo Aştiyê (USIP), Di derbarê seredana serok Barzanî a ji bo Emerîka d me ev dîmane bi profîsor Emaziya Baram re çêkir û bi vî curî bersiva pirsyarên Gulanê da
* Serok Barzanî bi fermî hatiye daxwazkirin ji bo Emerîka daku bi serok Obama re bicive, gelo ev seredane çiqas giringe ji bo rewşa niha a Kurdistanê?

- Seredana vê carê a serok Barzanî ji bo Emerîka pir pir giringe, ez dixwazim wînim bîra we, ku niha ne tenê serok Obama hazire pişta we bigre û pêşwaziya Barzanî bike, belku vê dawiyê Kongres jî ta astekî bilind piştgrekê mezin yê kurd e, ev jî wate hum rêveberiya Emerîka û hum Kongres jî rijdin li ser ku alîkariya we bikin, ev jî pir pir giringe, ji ber ku serok wezîrê Îsraîlê Binyamîn Netenyaho tevî ku di nav Kongresa Emerîka de xudan cemawerekî mezine, lê di nav koşka sipî de ne bi wî astî ye, lewra Obama ew banghêşta Netenyaho nekir daku li Kongresê danûstanan bike, lê haziriya Obama ji bo karkirin bi Kongresê re li ser pirsa kurd giringiyeka wê a mezin heye, ji ber ku Obama û Kongres li ser pir pirsan ji wan jî derbarê rêkeftina li ser pirsa etomiya Îranê ne yek hizir in, lê bi rengekî ecêb kêşa kurd bûye babeteke komker û yekxer a serok û Kongresê, ev yeke jî pir giringe.

* Wek pisporekî di siyaseta Emerîka û Îraqê de tu çawa vê rewşê dinirxînî?

- Bersiva min ew e, hên di navbera koşka sipî û kongresê de li ser hevkariya rêveberiya Obama û Komara Îslamiya Îranê li ser şerê DAIŞê cudahî hene, lê di bingeh de ew bi wê yekê re ne ku pişa kurdan bikin û kelûpelên baş bi wan din. Li vir ez ê tiştekî din bêjim, demeke kin piştî dagîrkirina Musilê ji aliyê DAIŞê ve, ez li Îsraîlê bûm min kesekî pir giring yê Emerîka dît ku ez naxwazim navê wî bêjim, ew kes serok dibîne û şirove û rawêjê dide Civata Asayîşê li Waşintonê, em li ser DAIŞê axifîn û min ji wî re got gereke win vê rastiyê zanibin ku heta serok wezîr Nûrî Malikî bi temamî neyê ladan, win nikarin alîkariya Bexdad û hukumeta şîe li Bexdadê bikin, dema Malikî hate ladan wiha piştrast win dikarin li vir û li wir alîkariyê bikin, lê ew gereke win encam bidin bê ku yek roj jî rawestin, alîkarîkirina kurd e, çûnkî ji bilî Îsraîlê tenê ew dostê we ne li Rojhilata Naverast, we tu dostekî rasteqîne tuneye li Rojhilata Naverast. Çend hukumet û welatek hene ku pir salin win vêre kardikin û ev yeke jî karekî baş e, lê heger tu pirsyara dostê rastî ji min bikî ku her dema win pêdivî bûn alîkariya we bikin, wiha ew kurd in, ew bi rastî kesin lebralin û ne sedî ji sed jî demokrat bin lê ew ji Bexdadê demokrattirin, ji Enqerê demokrattirin û bê goman ji Dîmeşqê demokrattirin. Lê wê navçeyê we tenê kurd hene, heger niha win bi lez alîkariya kurdan nekin, winê ziyanê bikin, çûnkî DAIŞ dixwaze êrişî Kurdistanê bikeû Kerkûkê dagîrbike ji ber nefta wê, herwiha min jê re got we tu bijarde tune ne ji bilî alîkariya Kurdan, wî bi min ve sekir û got: ez ji sedî sed bi te re hev hizirim, ez dibînim ku ev yeke gereke pir baş were ronkirin li Emerîka û Waşintonê. Dibe berî ew bi min re biaxfe, ew gîştibe wê encamê, lê behsê nekiribe, çûnkî ji min re got: em tam bi vê yekê dihesin û vê yekê dizanin û bê goman em ê alîkariya wan bikin û gereke em alîkariya kurdan bikin, ev boyer di Aba sala 2014ê çêbû û alîkariya wan kir li dijî DAIŞê, lê ne wek pêwîst bû. Ji ber wê ev derfeteke mezine û ji aliyê siyasî ve ev wê watayê dide ku wê alîkariyê zêdetir ji Emerîka bigehin we, ne alîkariya diravî belku alîkariya leşkerî herwiha danpêdaneke siyasî zêdetir bi kurd, zêdetir ji her demeke din di dîroka kurd de, ev gaveke mezine, lê gereke win aj xwe hebin û bi tu şêweyan ez ne piştrastim ku Obama wê pêşinyarê bike ku kurd serbixweyiya temam rabigehîne, ez ji vê yekê ne piştrastim, çûnkî her çiqas li vir û li wir di rojnameyên Emerîka de tê bas kirin û heta di kongresê de jî, lê tu carî ew babet nebûye biryarek ku danûstan û kêşvekêş li ser were kirin, heta heger amade be ku pêşinyarê bike, wiha gereke serok Barzanî wê daxwazê bike, ew jî ku Emerîka û Kurd ligel Bexdadê bigînin rêkeftineke baştir derbarê çend pirsan. Ez dizanim ku Hewlêr û Bexdad ji aliyê piraktîkî ve li hev kirine ku nefta Kerkûk û nefa kurd bi rêya boriyên we re û bi rêya Turkiya bifroşin, ev rêkeftineke piraktîke, pirseke din ew e ku ku bi xwîna kurdan Kerkûk hate parastin, Bexdadê xwîn li Kerkûkê nerijand li dijî DAIŞê û wan delîfe da ku Tekrît û Bêcî were dagîrkirin. Lê ew ên bi xwîna xwe bergirî li Kerkûkê kirin kurd bûn, bi nêrîna Emerîka we Kerkûk parast, Emerîka dixwaze DAIŞê zeîf bike û bişkîne, lê kê Kerkûk parast û rê girt ku DAIŞ bê sinûr dewlemend bibe? Bêgoman kurdan nehîşt, bi vî rengî we alîkariyeke mezina a Emerîka kir, ji ber ku Emerîka ne amadebû leşkerên xwe bişîe ji bo bergirîkirin li Kerkûkê li dijî DAIŞê, lê we ev kare kir. Serok Barzanî dikare bêje: ez daxwaza tiştekî nakim ne di destûrê de be, lê di destûrê de behsa rapirsiyê hatiye kirin, niha jî mafê hemûyan heye li Kerkûkê deng bidin û wê biryarê bidin ka li Kerkûkê çi şêwazê hukumraniya were kirin, ez û win jî zanin ku piraniya Kerkûkê kurdin û bi texmîna min nêzîkî ji sedî 60 heta 65 an kurdin, di berjewendiya we de ye ku win ji Emerîka re rabigehînin ku alîkariya Bexdadê bikin ji bo encamdana rapirsiyê û ev jî di destûrê de hatiye wê demê jî bi piraniya 60 heta 65 ji sedî win dikarin biryarê bidin ku vegerin ser Herêma Kurdistanê, dibe Emerîka di pirsa Kerkûk û pêdana çekan de û mafên we yên girêdayî bi neftê ve alîkariya we bike, em dizanin ku dahata neftê vedigere Bexdadê û bo xezîna niştimanî, ev jî tiştekî baş e, lê gereke we ew maf hebe ku win girêbestan encambidin, ev dibe sedema ku win nîv serbixwe bin. Ez dizanim ku win hertim dixwazin leşkerê Emerîka li Kurdistanê bin, ez nizanim gelo ka Emerîka wê razîbe, lê niha hejmareke kêm li wir hene. Eger ez li ciyê serok Barzanî bama min ê ji serok Obama re radighand ku em dixwazin win betaliyoneke zirîpoş bişînin Hewlêr û Kurdistanê, em vê yekê dixwazin û dixwazin ketîbeyek yan du ketîbên tankan yan lîwayekî bişînin kurdistanê û em ê xweşhalbin bi vê gavê, li Elemaniya binêrin ku hejmareke mezin a leşkerên Emerîka lê ye û Elemaniya daxwaznekiriye ku ji welat bikşên, çûnkî ji bilî pirsên ewlehiyê wiha pereyekî mezin jî li wî welatî xerc dikin. Ew dikare ji serok Obama re rabigehîne ku em dixwazin wek Elemaniya bin ji aliyê cêgîrkirina hêzan ve, gelo win çawa li vê pêşinyarê dinêrin, bersiva Obama wê ne belê be, lê Berzanî dikare jê re bêje: em daxwazê ji we dikin û win dost û hevpeymanê me ne, heger win werin em ê xweşhalbin û heger win neyên ev biryar vedigere cem we, wate barzanî dikare wê pêşinyarê bike, heger bersiva Obama jî na be, lê ev wê wek ihtîmalekê bimîne. Ez dibêjim heger di qûnaxeke diyarîkirî de Emerîka bigehe wê encamê ku di şiyan de tune ye DAIŞê paş de bidin, -her çiqas niha ev kare tê kirin lê ne bi lez belku bi sistî ew kare tê encamdan- wê demê win dikarin ji serok re rabigehînin ku ew karê win dikin baş e, lê em dikarin tiştên zêdetir bikin, heger win amade bin ketîbeyeke mîkanîk bişînin daku em êrişê pê encam bidin- êrişek ji aliyê Emerîka ve bi alîkariya Kurd- ku wê alîkariyeke biçûk be ji aliyê hewalgirî û … HWD, daku bi rêya Kurdistan û Kerkûkê dest bi paşvedana DAIŞê bikin, ne li hêviya mîlîşiyên şîe û pasdaran bisekinin ku ji başûr ve werin, heger serok Obama cardin pêdaçûnê di pirsê de bike, wiha li şûna ku hizir di şandina hêzan de bike ji bo Bexdadê, wê hêzan bişîne Kurdistanê ji bo alîkariya Kurd, ji ber ku hukumeta Îraqê li Bexdadê ne dostê Emerîka ne, raste pêwendiyên asayî hene bi Emerîka lê ew dostê rastî yên Îranê ne, di demekê de Kurdên Îraqê, her çiqas pêwendiyên asayî bi Îranê re hene lê ew dostê rastî yên Emerîka ne.

* Komîta serbazî a Kongresa Emerîka razîbû li ser birojeyasa ku yekser û bê vegera bo hukumeta navendî a Îraqê çekan bişîne Herêma Kurdistanê, herwiha razîbû li ser wê yekê ku zêdetir ji 700 milyon dolar were terxan kirin ji bo hukumeta Îraqê û ji wan paran ji sedî 20 ji bo hêzên pêşmerge û suneyan be, gelo ta çiqasî ev wê watayê dide ku pêşmerge baweriya cîhanê bidestxistiye wek hêzekê ku dikare terorê bişkîne?

- Ez tam hevhizirim, ew operasyona ku hêzên pêşmerge li bakurê Musilê encam dan, ne tenê serketî bû, belku bûye cihê danpêdan û rêzlêkirineke mezin li Rojava. Li Emerîka Kongres û serok Obama ecêbmayî man, herwiha li Ewropa jî NATO. Bê goman wiha bû, ev yeke wiha bû di wî demî de, niha ew yeke ron e ku take hêza li Îraqê ku bikare şerê DAIŞê bike bê ku hêzê Îranê pêre be Kurd in. ez nabêjim ku sune nikarin şerê DAIŞê bikin, çûnkî niha hinek hêzên êlî alîkariya Bexdadê dikin li dijî DAIŞê, lê pir êlên erebên sune xwe yek alî nekirine çûnkî hukumeta Bexdadê karekî hindik kiriye li gor ew daxwazên ku ew dikin, ji ber wê ew ne dilrihetin, gereke ew werin razîkirin daku hawkarbin, lê niha ji bilî pêşmerge tu hêzeke din tune ye, ev ew biryara komîta serbazî ron dike. Lê ew rêjeya ku ji sedî 20 e û ji bo kurd hatiye diyarîkirin ne pir e, her çiqas ev destpêkeke pir baş e. wate bersiva min ew e pêşmerge birastî hêzeke karaye, lê ew yek ji bîra we nere ku hertim win hewceyî hêza esmanî a Emerîka ne.

* Hinek ji şarezayan dibînin ku rêveberiya Emerîka vê carê berûvajî berê amadeye guhdariya daxwazên kurdan bike, ev pirsa serbixweyiyê jî li xwe digre, gelo Emerîka vê carê amadeye pêwendiyên rastewxo bi kurd re hebe bê vegera Bexdadê û heta çiqasî ev pêşbîniye di cihê xwe de ye?

- Ez hevhizirim ligel eva tê gotin, lê gereke ez we agahdar bikim ku yekser omêdeke pir mezin li cem we çênebe, çûnkî Emerîkî kesin lojîkî ne ne nimûneyî û ew riyal poletîk piyade dikin, ku niha jî amadene karekî bikin ku berê ne amadebûn pir giringe, lê ez bi goman im – her çiqas ez bi hêvî me jî – ku win pir dûr herin. Ew girêdayî pêwendiyên diplomasî be a ev Emerîka konsilxana xwe heye li Hewlêrê ev yeke jî destpêkeke pir baş e, lê heta ku dan bi serbixweyiya Kurdistanê neyê dan, wiha nabe balyoz hebe. Çûnkî ev girêdayî dewletê ye, dewleteke serbixwe. Wate heta ku Emerîka wek dewleteke serbixwe li Kurdistana Îraqê nenêre, wê nikaribe baloyoz bişîe, lê dikarin astê diplomasî yê xwe bilindtir bikin, niha konsolgerî ya wan li Kurdistanê heye. Mebesta min ew e dikarin diplomatkarekî bilind bişînin, dikarin diplomatkarekî bişînin ku di astê balyoz debe û wek nûnerekî bilind be li Hewlêrê. Ev dibe amajeyek ji bo Bexdadê ku Emerîka hizir di wê yekê de dike ku wek dewleteke serbixwe danpêdanê bi Kurdistanê dike, ev wek amajeyekê û Bexdad jî yekser ji vê yekê famdike. Wê demê Emerîka dikare ji Bexdadê re bêje: heger win naxwazin em danpêdanê bi serbixweyî ya kurdan bikin, ji ber ku dibe sedema dabşkirina Îraqê, wiha gereke li hemberê win danpêdanê bi girêbestên neftî yên kurdan bikin û daxwazên A, B, C û heta bi dawiyê cêbecêbikin.wate karekî bikin berî ku em gaveke zêdetir bavêjin. Heger ez eşkere bêjim ez nabînim ku Emerîka amadeye danpêdanê bi serbixweyiya Kurdistanê bike, lê amadeye ji bo guvaşên zêdetir li ser Bexdadê ji bo encamdana ew karên ku win dixwazin encam bidin, gereke her tiştek gav bi gav be.

* Rewş wiha dixwaze ku her pêkhateyekê hêza xwe hebe ji bo bergirî li xwe kirin, wate Sune û Şîe û Kurd û niha jî Emerîka mijolî wê yekê ye ku alîkariya leşkerî a wan pêkhatan bike, gelo lojîka pişt vê gavê ew e ku Emerîka ji bo çareserkirina kêşeyên din yên Îraqê bingehê dirust dike?

- Belê, ez ê ji te re bêjim çima. Çûnkî ev yeke wê alîkar be, ji ber ku hukumeta Îraqê di bin guvaşa Îran û mîlîşiyên şîe de ye daku bi daxwazên kurd û suneyan razînebin. Wate serok wezîr amadeye ligel we bigîne rêkeftinê, lê ew di bin guvaşa Îran û mîlîşiyên şîe û aliyên şîe yên din de ye daku razî nebe bi daxwazên kurd û herwiha yên suneyan ku bi çêkirina zîrevanên niştimanî ji bo her parêzgehekê, Tehran û mîlîşiyên şîe li dijî vê yekê ne, ji ber wê Emerîka pêwîstî bi wê yekê hebû ku guvaşan li Bexdadê bike û ev yeke jî di destê Emerîka de heye, çûnkî ji Bexdadê re radigehîne ku em ê bê vegera bo Bexdadê çek û peran bi kurdan din, herwiha Suneyan jî û win razînebûn em vî karî bikin, lê em razîne ku bikin û em ê vî karî bikin. Wate gereke ew bigînin rêkeftinê ligel kurd û suneyan daku her yek ji van pêkhatan li cihê xwe hest bi ewlehiyê bike, heta heger win vî karî nekin, wiha renge em dûrtir herin. Emerîka dikare ji Bexdadê re bêje: heger win bi daxwazên kurdan razînebin, bi kêmasî heta nîva rê ber bi kurdan ve werin û heger win vî karî nekin win tu bijarde li pêşiya we namîne, tenê gavavêtina yek alî bê wergirtina moletê ji we, ji wê jî zêdetir, heger win wî karî nekin û bi sedema wê şerê li dijî DAIŞê bi rêçikeke din de biçe, wiha renge em wê biryarê bidin ku em hemû hêzên xwe ji Îraqê bikşînin, heger pêwîstiya wan bi gufaşa li ser Bexdadê hebe dikarin vî karî bikin. Herwiha Kerkûk jî babeta rêkeftinê ye û ez behsa çawaniya çareserkirina kêşa Kerkûkê nakim, lê gereke ew vî karî bikin, lê ez hewil didim eger û bijardeyan zelal bikim, di pêwendiya niha a di navbera we û Bexdadê de, Emerîka zêdetir bi we re ye û kêmtir bi Bexdadê re ye, ev rastiye û gereke heta win dikarin win mifayê ji vê yekê bibînin.

* Dawî axaftina te çiye?

- Herwek min berî niha gotî, Barzanî dikare daxwaza danpêdana Emerîka bike bi serbixweyiya Kurd, çima na?lê ez dibînim ku bersiva Emerîka wê ew be ku hîn na, çûnkî em naxwazin Îraq perçe bibe. Lê dikarin bêjin ka em bizanin win dikarin çi ji bo me bikin û win dikarin hemû wan pêşinyara rêxin û daxwazên xwe yek û du û .. HWD rêxin, dibe Emerîka û Obama bi yekê razîbin û yeke din redkin û di derbarê yeke din de biaxfin, Emerîka bi vî rengî karên xwe encam dide û dema erê dikin ku li ser pirsekê biaxfin, diaxfin û erêyên vala nadin. Ew a we li dijî DAIŞê kirî kesekî din nekiriye, ev jî destkefteke mezin û rêzeke mezin ji we re çêkir û we silimandiye ku win hevpeymanekî bawerpêkirî ne û Emerîka hejmareke mezin a hevpeymanên bawerî pêkirî li Rojhilata Naverast tune ye.
Top