Di dîroka nêzîk de tiştekî nû ye ku bi vî rengî gelê Elmaniya piştgiriya pêdana çekan bike bi Hêza Pêşmergeyê Kurdistanê
Profîsor Hênar Fortîg rêveberê peymangeha GIGA a Elmanî ye ji bo xwendina Rojhilata Naverast û pispor û taybetmende li ser pirsên Misir û welatên Tengav û Îraqê, ji bo axaftin li ser guhertinên li Rojhilata Naverast û ew şerê hemalî ku niha li navçeyê rûdide, me ev dîmaneye pê re encam da û bi vî rengî hizir û boçûnên xwe ji bo Gulan rêxist.* Rojhilata Naverast ber bi şerê hemealî û hevpeymaniya tevhev gavan davêje, tu wek pisporekî çawa li pêşveçûnên Rojhilata Naverast dinêrî?
- Paş Buhara Erebî, yan li sala 2011ê hevsengiya hêzê li navçeyê û li Rojhilata Naverast nema û pêşveçûnên bingehîn çêbûn, hevpeymaniyên nû û yekîtiyên nû çêbûn, herwiha tevhevî ketiye di rewşê de ku niha welatên teqlîdî wek Îraq û Sûriya ne lîstikvanên çalakin, ji ber ku bi kêmasî perçeyek ji wan ji aliyê hêzên welatên din ve hatiye dagîrkirin, bo nimûne Dewleta Îslamî a DAIŞê. Li Rojhilata Naverast de herdem hevrikî di navbera Seûdiye û Îranê de hebû, lê niha tirsa rasteqîne di navbera herdu welatan de heye, ev jî tiştekî nû ye. Niha ew şerê ku li Yemenê diqewime bilindbûna ew hevrikiya ku pir kevine.
* Di ew êrîşa Seûdiye bo ser Husiyên Yemenê gelo Seûdiye berî wê êrîşê Emerîka agahdar kiri?
- Berî çend demjmêran ji encamdana operasyona leşkerî a li dijî Husiyan Seûdiye Emerîka agahdarkir, ev tiştekî pir ne asayî ye ji ber ku pirs û rawêjiya hêzê di navbera Seûdiye û Emerîka de hebû, herwiha ev nîşaneke bihêziya Sûdiye ye ku zêdetir serbixwe ye û bi rastî guh nadin rawêjkariya Emerîka di wê derbarê de ew bi xwe biryarê didin û ne beşekin ji hukumeta Emerîka, yan NATO, yan her aliyekî din li Rojava. Ew hewil didin biryarekê bidin ku karîgeriya rasteqîne hebe, ez dibînim ku hukumeta Seûdiye pirtir serbixwe helsûkewtê dike.
* Niha Turkiya jî bi tundî hatiye ser xetê û eşkere dijatiya Îran û piştgiriya Seûdiye dike, gelo tu vê yekê çawa dinirxînî?
- Bê goman Hukumeta Turkiya û erdogan rolekî xuya hebûn di Buhara Erebî de û hilweşandina rejîma Husnî Mobarek re bûn, piştevanekî bihêz yê serok Mursî û Misira serdemê Îxwan Muslimîn bûn, lê paş ketina Mursî û hatina Sîsî û destpêkirina şer li dijî Îxwan Muslimîn, helwêsta Turkiya hate guhertin, niha jî Turkiya piştevanî û alîkariya Seûdiye dike, ji ber ku paş ketina Îxwan Muslimîn rewşek çêbû ku bûye sedema ku Turkiya têkeve quncekî bi sedema ew piştevaniya ji bo Mursî û Îxwan Muslimîn dikir, niha derfeteke baş ji Turkiya re çêbû daku cardin vegere nav şanoyê û bibe hevpeymanekî bihêz yê Seûdiya û hevpeymanên li dijî Îranê. Ji bo Turkiya ev derfeteke pir baş e daku bibe lîstikvanekî mezin, ne tenê temaşevanê pêşveçûnan be.
* Di vê hevkêşê de Hukumeta Îraqê ketiye eniya piştevanên Îranê û li dijî Seûdiye ye, gelo ta çiqasî di paşerojê de evê karîgeriyê li Îraqê bike?
- Bêgoman ev pirsyareke pir girane û vedigere bo hilweşandina Sedam husên û şerê îraqê, ev zêdetir deh sal di ser re derbaz dibin û herwek hemû kes dizanin li sala 2003ê dest pê kir ku pêkhateke îtnî û neteweî taybet heye û xuyaye ji sedî 60 a wê pêkhatê şîe ne û hukumeteke şîe heyee. Niha bi hevberkirin ligel berê pêwendiyeke pir bihêz heye di navbera Îran û ew girop û partên ku deshelat di destene li Îraqê, tu goman di vê yekê de tune ye. Di aliyekî din de nasyonalîzmeke erebî bi hêz heye li Îraqê, ku di hukumetê de kesên ereb hene nabine bûka di destê Îranê de, wate tevî pêwendiyên bihêz yên di navbera wan de, lê hên jî hukumeta Îraqê hukumeteke erebî ye.
* Gelo êrîş kirina ser Husiyan li yemenê, rejîma Esed ji hilweşandinê nêzîk dike?
- Çend cih hene li navçeyê ku bûne cihê destpêkatiyên Emerîka û ez bawer nakim ku Sûriya di serê destpêkatiyên Emerîka de be. Bêgoman Îran û danûstanên girêdayî bernameya etomî ku li cem Emerîka pir giringe, herwiha li Yemenê dinêrin û li DAIŞê li Îraqê. Di vê derbarê de Esed ne di destpêka destpêkatiyên Waşintonê de ye di vî demî de.
* Lê ew welatên beşdarin di lêxistina Husiyan de, beşekin jî di hevpeymaniya nêvdewletî a li dijî rêxistina terorîstî DAIŞ, gelo ev çawa tê xwendin?
- Dibe hev rewşa heyî be, lê Îraq û Sûriya, ne Yemen in, çûnkî piştrast destêwerdana erebî, yan leşkerî li Îraqê û Sûriya rewşê pir dijwartir dike. Ez dibînim ku du caran ew hizir dikin ka bi rastî dem guncayî ye ji bo hebûna leşkerekî erebî, yan leşkerê erebî yê hevbeş li Bakurê Sûriya yan li Îraqê. Tenê hizira hêzeke erebî a hevbeşe ku Ebdul Fetah Sîsî serokê Misirê li lotkeya erebî de pêşinyar kir, ev tenê pêşinyareke û cihê gomanê ye ku hêzeke erebî hevbeş li dawiya îsal pêkbê, dibe ku hizir hebe, lê rewş tiştekî din e. ez di demeke nêzîk de pêşbîniya çêbûna tiştekî wiha nakim.
* Kurd, hevkariyên Elemaniya ji bo pêşmerge bilind dinirxînin, gelo win çawa li pêşmerge dinêrin di demekê de ku şer bi dujminê cîhanê re dike û gelo boçûna we li ser bergiriyên hêza pêşmerge li dijî DAIŞê çiye?
- Bêgoman pêşmerge karekî pir pir giring encam da di şerê li dijî terorîstan de û bê goman di eniya pêş deye û hejî her hevkarî û piştevaniyekê ye, ji ber wê xelkê Elmaniya piştevaniyeke mezin a Pêşmerge kir. Ev tiştekî nû ye di dîroka vê dawiyê a Elmaniya de ku xelk bi germî piştevaniya pêdana alîkariyên leşkerî bikin bo hêzekê wek hêza pêşmerge ku şer li dijî DAIŞê dike, ev jî nîşaneke ku em, bê goman dema ez dibêjim em, ez behsa xwe jî dikim, em piştevanekî pir bihêzin ji bo xebata we li dijî DAIŞê.