• Wednesday, 15 May 2024
logo

Mesûd Barzanî giringtirîn kesatîye li Kurdistan û Îraq û Navçeyê û ji bo Rojhilata Naverast wek Parîsê ye ji bo Ferensa

Mesûd Barzanî giringtirîn kesatîye li Kurdistan û Îraq û Navçeyê û ji bo Rojhilata Naverast wek Parîsê ye ji bo Ferensa
Pirofîsor Kîns Polak pispor û taybetmendê karûbarên siyasî û leşkerî yên welatên Rojhilata Naverast û bi taybete pispore li ser Îraq û Îran û Seûdiye û welatên Kendavê, Polak heta sala 2012ê serokê navenda Saban bû ji bo xwendina siyaseta Rojhilata Naverast li peymangeha binavûdeng Prokîngiz, herwiha di mawê salên 1988-1955 an şirovekarê siyaseta leşkerî a Îraq û Îranê bû li ajansa hewalgirî a Emerîka, li salên 1995 – 1996 an rêveberê tîma Rojhilata Nêzîk û Başûrê Asiya bû li civata ewlehiya Emerîka, pirofîsor Polak niha vekolerekî mezine yê leşkerî û siyasî ye li peymangeha binavûdeng a Pirokîngiz, di dema seredana xwe a heftiya borî ji bo Kurdistanê, Gulan ev dîmaneya taybet ligel encamda û bi vî rengî bersiva pirsyarên Gulan da.
* Îraq di rewşeke çetin û dijwar re derbaz dibe û serweta dewletekî zengîn ji dest çûye, sedemên ku Îraq gehandine vê rewşê çi bûn?

- Pirsyareke mezin û bizehmete, ev vedigere bo şaştiyên Emerîka dema li sala 2003ê me ev welat dagîrkirî û me deshelata Sedam Husên rûxand, bê goman ev neimeteke mezin bû ji bo hemû îraqiyan herwiha ji bo mirovatiyê, lê me tu tiştek avanekir û me boşahiyeke ewlehî peydakir, paş derket ku di wê boşahiyê de tirseke mezin di navberê sune û şîeyan de çêbû ku di pê re şer li hemberî hev kirin. Wê rewşê ev hemû alozî bi xwe re anîn lê di rastiyê de ew hemû derencamê wê boşahiyê bûn, Emerîka li sala 2007ê û 2008ê hêzên xwe li Îraqê zêdekirin û ew boşahiya ewlehiyê tijî kir û leşker cîgîkir û xelk parastin û karî şîe û suneyan kombike.

* Lê di pêre Emerîka bi rengekî xerab rewş birêvebir?

- Bêgoman wiha bû, li sala 2011ê ew vekişiyan û zû pişta xwe dane Îraqê berî ku bikarin baweriyê di navbera erebên sune û şîe de çêkin.

* Tevî ku Îran ne endamê ew hevpeymaniya nêvdewletî ye ku şerê DAIŞê dikin, lê ew di şer de beşdarin û li kêleka mîlîşiyayê şîe şer dikin, tu kartêkirina xerab a Îranê li Îraqê çawa dixwînî û gelo ev nabe sedema ku carek din şerê navxweyî û taîfegerî li Îraqê çêbibe?

- Ev pirsyareke pir giringe, destpêkê ez ê ji ew perçeyê ku bi Îranê ve girêdayî ye destpêbikim, ez dibînim yekemîn û xuyatirîn kêşe ku girêdayî bi ew karîgeriya kûr a Îranê – ku vê dawiyê bi destxistiye- li nav Îraqê, ew e ku piraniya Îraqiyan naxwazin Îran evqasî karîger be, ev bi xwe kêşeye. Xala duyê ew e ku Îran dixwaze baladest be li Îraqê ku ne merce jî ew baladestiye di berjewendiya Îraqê de be, Îran ji bo berjewendiya xwe wî karî dike, ev jî sedemeke ku dike piraniya îraqiyan nexwazin îran evqas destdirêj be di Îraqê de. Xala sêyemîn ew e – ez kesekî emerîkî me- û her çiqas ez nabînim ku Îran çavkaniya hemû kêşan be li cîhanê, lê xuyaye ku Îran ne li saz û ne tebaye bi Emerîka re û bi rengekî sîstematîk li dijî hewlên Emerîka disekin herwiha bi şêweyekî mebestdar hewla ziyangehandin bi berjewendiyên Emerîka dide li navçeyê û li derveyî navçeyê. Wate dema em dibînin Îran wek welatekî ku dijminatiya xwe bi Emerîka daye û evqas karîger û destdirêj be li Îraqê, wiha ev yeke cihê dilgiraniyeke mezin ji bo min wek kesekî ku giringiyê bi Îraq û bi Emerîka û peywendiyên Emerîka ligel Îraqê didim.

* Pirsyara rastî ev e, gereke yan çi were kirin di vê derbarê de?

- Mixabin ev pirsyareke pir girane, çûnkî rewş ev e, carek din ez ê vegerim bo bersiva berî niha, Emerrîka boşahiyek çêkir û Îran jî yek ji wan hêzan bû ku hat nav wê boşahiyê, me di sala 2011ê de ew boşahiye çêkir û Îran hat nav wê boşahiyê. Ew ez dibînim di salên bê de ew e ku baştirîn rê ji bo dûrxistina Îranê ji Îraqê û ji bo sinûrkirina destdirêjiya Îranê di Îraqê de, ew e ku Îraqeke bihêz û Kurdistaneke bihêz hebe û pêwendiyeke bihêz di navbera erebên sune û şîie de were avakirin, heger Îraq bi hêz û hevgirtî be, wiha wê bikare Îranê bidûrbixin, baştirîn nimûne di vê derbarê de ew bû ku li salên 2008 – 2009an dema serok wezîr Malikî, dema ji bo demeke kin wek serkirdeyekî neteweyî rasteqîne derketî û bi rastî berjewendiyên Îraqê xiste pêş berjewendiyên din û dest bi piroseya (Sewle elfrsan) kirî li Besrayê û mîlîşiyayên Îranê ji Emare û Qurne û bajarê Sedir derxist, ev gav giringbû, wî ev kar e kir raste Emerîkiyan alîkariyeke mezin ji bo wî kir, lê wî ev kar e bi piştevaniya xelkê Îraqê kir, dema serkirdeyên leşkerî yên sune ber bi Besrayê bi rêketin, xelkê Besra pêşwaziya wan kir ji bo alîkarîkirina wan ji bo dûrxistina destdirêjiya Îranê, wate dema siyaset di Îraqê de serketî be, wiha dikarin baştir muamelê bi Îranê re bikin û dikarin karîgeriya Îranê sinûrdarbikin. Ji ber wê gereke em vegerin rewşekê ku Îraqî û Kurd hest bi şadiyê bikin û hest bi bihêzbûnê bikin û bi yekîtiyê bikin, ew dikarin muamelê ligel wê rewşê bikin, bi min xweşe ku Emerîka wî rolî bibîne û di bihêzkirina Îraq û Kurdistanê de alîkar be.

* Wate tu dibînî Îran rolekî ne seqamgîr dibîne û çareserî jî avakirina baweriyê ye di navbera îraqiyan de?

- Dibe ez nebêjim ku Îran rolekî neseqamgîr dibîne, belku Îran hewila kontrolkirina Îraqê dide ji bo berjewendiyên xwe, ez bi navê rêvebiriya Obama deynakim û hizira min cuda ye ji hizira wan, lê ev rêvebiriye dibêje Îran alîkar e di şikandina DAIŞê de û DAIŞê bi dûrdixîne, ev cihê seqamgîriyê ye dema em lê dinêrin, ez dibêjim ev di astekê de cihê seqamgîriyê ye, lê ji aliyekî din ve neseqamgîrî li pê xwe tîne.

* Mebesta te ew e ku di dema dûr de neseqamgîrî jê peydadibe?

- Belê, çûnkî dibe sedema ku Sune jê bi tirs bin, û Îraqê jî dixe jêr kontrola Îranê û ev jî ne karekî baş e.

* Tevî ku heşt mihene hêzên Pêşmerge di şerekî giran deneli dijî DAIŞê û serketinên mezin bi dest xistine, lê wek pêwîst nehatine pirçekkirin, gelo dem nehatiye ku Civaka Nêvdewletî hizir di vê pirsê de bike û yekser çekan bi Pêşmerge de?

- Belê, ez hêvîdarim Rojava alîkariya zêdetir yê Pêşmerge bike, bi taybet çekên giran yên li dijî tankan ji wan re peydabikin, lê ev yek wek pêwîst nehatiye kirin, herwiha gereke otombêlên leşkerî bidine pêşmerge di nav de Hamfî, ez dibînim ku pir alîkarî hene ew dikarin ji pêşmergan re bikin, herwiha gereke li bîra me be, ku Pêşmerge pir karên berçav encamdane û gereke xelkê navçeyê supasdar be ji Pêşmerge re li hember ew şerê li dijî DAIŞê dikin, herwiha gereke em behsa wê yekê bikin ku serketinên destpêkê yên DAIŞê bi çend kêşeyan ve girêdayî bûn ku delîfe dan DAIŞê pêşrewiyê bikin, wate giringe dema Herêma Kurdistanê hizir di pêşveçûnê de dike, gereke ew yeke li ber çavan be ku pêwîste hindek çaksaziyên nû encambide, wate tevî ku pêşmerge pêdivî bi çekane, lê pêwîstiyeke wan a mezin bi meşiqpêkirinê heye, gereke Pêşmerge vegere ew rewşa ku di salên şêstî û heftêyî de hebû, mixabin pir pirsên din jî hebûn, çûnkî kurd mijolî çêkirina welatekî nû bûn û di pir aliyan de pir kar encamdane, lê nabe aliyên din jî werin piştguhxistin.

* Xelkê Kurdistanê û serkirdatiya Kurd şanaziyê bi wê yekê dikin ku efsaneyiya DAIŞê li ser destê hêzên Pêşmerge hatiye şikandin, heta çi astê tu ligel vê yekê hevhirî û gelo sedem çine ku Civaka Nêvdewletî razînabe yekser çekan bide Pêşmerge ne bi rêya Bexdadê?

- Ka em cuda behsa her aliyekî bikin, çûnkî te behsa çend tiştên pir giring kir, yekmtişt ew a win dibêjin temam raste, careke din Pêşmerge selimand ku hêzeke leşkerî pir giring û bi şiyane, ji aliyekî din ve ez wek Emerîkiyek dibêjim ku nabe win rolê Emerîka û hêzên esmanî yên Emerîka ji bîr bikin ku wan jî rolekî pir giring dîtin, wate pir ji serketinan bi sedema wêrekî û azatiya Pêşmerge bû li ser erdê û şiyan û karîgeriya hêza esmanî a Emerîka bûn, derbarê alîkarîkirina Pêşmerge, ka ez bi vî rengî bêjim, hiceta ku Emerîka û Civaka Nêvdewletî alîkariyên zêdetir peydanekirin, du tişt bûn, a yekê ew bû ku alîkariyên diravî yên pir mezin û herwiha alîkariyên pir mezin yên çekan hebûn ku gerekbû beşê pir mezin ji wan bidin Bexdadê û yê dimîne bidin Kurd, ez dibînim ev şaşîtî ye û ev demeke hestiyare û DAIŞ hereşeyeke mezine û di van mercan de gereke çek û pereyên zêdetir peydabikin, gereke wan çekan bi Bexdadê din ku pêwîstiya wan pêye herwiha wan çekan bi kurdan din ku pêwîstiya wan pêye û nabe em nedin yekî û bidin yê din, ev şaşiyeke mezine, sedemeke din em naxwazin Bexdadê nerihet bikin, ev jî şaşîtiye gereke em herin Bexdadê û ji wan re bêjin ku we rê daye kurdan leşker hebe ku Pêşmerge ye û ev yek di yasayê Îraqê de hatiye pesendkirin û beşeke ji sîstema hukumeta Îraqê û pêşmerge jî pêdivî bi alîkariyê ye û gereke ew alîkariyane bi şêweyekî yekser werin destberkirin, heger ev piroseye bi rêya Bexdadê were encam dan, wiha Bexdad rê li pêşiya gehandina çekan digre bo Pêşmerge ji bo şerkirina li dijî vî dujminîî.

* Di seredana xwe a ji bo peymangeha Pirokîngizê de. We wiha behsa Serok Barzanî kir ku wek Parîsê ye ji bo Ferensa, niha 10 mihene ew li eniyên şerê DAIŞê ye û serketinên mezin bidestxistine, gelo tu hên li ser wê baweriyê yî ku Barzanî ji bo Rojhilata Naverast wek Parîsê ye ji bo Ferensa?

- Hîn baweriya min wiha ye ku Mesûd kesatiyeke mezin û cihê ecibandinê ye û kesatiyeke bê sinûr giringe hum li ser astê Kurdistanê û hum li ser astê Îraq û hum li ser astê navçeyê jî, hîn baweriya min wiha ye bê guman ev rastî ye. Kurdistan rastî çend kêşeyan hatiye, Mesûd Barzanî gefa leşkerî û gefa ewlehiyê kir e destpêk, ku bi baweriya min DAIŞ gefeke rasteqîne, ez bi temamî wê yekê famdikim ku niha gur û tîna xwe ji bo vî biwarî terxankiriye, ez hêvîdarim ku rewşa leşkerî bi şêweyekê hêdî bibe ku kek Mesûd bikare veger û dest bi kêşeyên abûrî û siyasî yên Kurdistanê bike, çûnkî wek em dizanin daketina buhayê neftê kartêkirineke wêrankar hebû, kêşeyên di navbera Bexdad û Hewlêrê de kêşeyên dijwarin. Ji ber wê dema gum û toza leşkerî disekine, wê demê xelkê Kurdistanê bi hêvî ne serokê wan gur û tîna xwe ji bo wan biwaran terxanbike.

* Wate win hevhizirin ku ew hewleke mezin dide û rolekî yekalîker dibîne?

- Piştrast, ez dibînim Kak Mesûd serkirdeyekî mezine, li cem min karekî baş e ku tu Bexdad û Hewlêrê hevber bikî, li Hewlêrê kek Mesûd heye ku kesatiyeke bê sinûr giringe û dikare biryarê bide û hukumetê bide karkirin, em vê yekê li Bexdadê nabînin derencam jî Bexdad bi kêşe ye. Ebadî kesekî pir baş e û me borî ez du demjmêran pêre rûniştim, ez bi wî sersam bûm, ew kesekî baş e û erkekî pir giran li pêşiya wî ye, lê wî ew deshelata kek Mesûd tune ye, ez dibînim ku ew cudahiyeke pir mezin e di navbera Hewlêr û Bexdadê de.

* Di ev rewşa çetin a Îraqê de em dibînin ku kêşeyên cidî di navbera Hewlêr û Bexdadê de hene û ev bû mawê 15 mihane para bodceya Kurdistanê ji aliyê Bexdadê ve hatiye birîn, gelo dibe Kurdistan di şer de be li dijî DAIŞ û di heman dem de sizayên abûrî di ser de werin sepandin?

- Hizira birîna bodceyê ku hizira Malikî bû bûye karesat, karîgeriyeke wêranker li ser xelkê Kurdistanê kir, lê ez nabînim ku di qazanca Bexdadê de bû, ez dibînim ku her kes hest bi vê yekê dike ku ev şaşîtiye, ev pirseke pir pir tevlihev e, ez dibînim ew rêkeftina danûstandinî ku ji aliyê kek Nîçirvan û kek Qubad ve bi Adil Ebdulmehdî re hatî îmzekirin, rêkeftineke baş e. em di cîhaneke bê kêm û kasî de najîn û bi baweriya min rêkeftineke baş e di ev cîhana em tê de dijîn, hestê min ew e dema ez bi wezaretên cuda re diaxifim ku bi rastî herdu alî hewlên pir giran didin ku pabendiyên xwe cêbicêbikin, herdu alî – renge Bexdad bi taybetî – bilezkirin ku pêçiya socê ji hev re dirêj bikin, ku aliyê din nikariye erkê xwe cêbecê bike, ez dibînim kêşeyên girêdayî Hewlêr û Bexdadê kêşeyên bingehîne ku girêdayî kêlgehan û şandina neftê ji wan kêlgehan, Bexdadê jî kêşeya diravî û kêşeya bîrokratî heye, bi qasî ku ez zanim herdu alî dixwazin rêkeftinê cêbicê bikin, di dîdara Silêmaniyê de Dr. Aştî Hewramî got em dixwazin ev rêkeftine bi serbikefe û Dr. Adil Ebdulmehdî got em dixwazin ev rêkeftine biserbikeve, herwiha Hoşyar Zîbarî wezîrê diravî a Îraqê ragihand ku herdu alî dixwazin ev rêkeftine bi serbikeve. Lê ev ji herdu aliyan re çetine, ew jî ji ber buhayê neftê û kêşeyên binyatê, ku rastî dijwariyan tên ku pabendbûna xwe bi rêkeftinê cêbicêbikin. Lê gereke herdu alî bi sebir bin û ez dizanim ku xelkê normal li Kurdistanê pir hewciya wan bi moçeyê heye, lê ez nabînim ku bersiva rast ew be ku têkine stûyê Bexdadê, Bexdada niha ne Bexdada Nûrî Malikî ye û dixwaze karên rast û dirust bike, lê ew rastî dijwariyê hatiye.

* Wate tu geşbînî?

- Bi ajxweheyî ez geşbînim, min bo demê 27 – 28 salan kar li ser Îraqê kiriye û hertim min hewil daye ku ez geşbîn bim, lê ez fêrbûm ku gereke ez pir ajxwehebim.

* Baweriya te ew e ku herdu alî bixwazin û bikarin vê rêkeftinê cêbecêbikin?

- Piştrast dixwazin û herwiha dikarin, lê ne asan e, ev nekarekî asane ku encam bidin, şandina nefta Kurdistanê bi wê lezê nebû ku Bexdadê dixwast, ji ber wê Bexdadê yekser ragihand ku win poşmambûne ji rêkeftinê û Bexdad jî di kirîzeke abûrî giran re derbaz dibe lewra pere bi lezatiya ku hatibû ragihandin negehiştin lewra Herêma Kurdistanê ragihand ku ew moçeyê nadin. Wate xwastek li cem herdu aliyan heye, lê kêşr di şiyanê de ye, tirsa rasteqîne ew e ku rewş ber bi germikirinê ve biçe û her aliyek raghîne ku aliyê din ne pabende lewra çima em ê pabendbin, ev wê rêkeftinê jinav bibe.

* Wate tu amajê bi axaftinên Hoşyar Zîbarî didî ku di dîdara Silêmaniyê de got di pêşbîniyan de herdu alî şaşin?

- Belê ez amajê bi vê yekê dikim.
Top