• Wednesday, 15 May 2024
logo

Dîvîd Şînger bo Gulan: paş şeş mehan ji êrîşên esmanî, DAIŞÊ cihên zêdetir li Sûriya û Îraqê dagîrkiriye

Dîvîd Şînger bo Gulan: paş şeş mehan ji êrîşên esmanî, DAIŞÊ cihên zêdetir li Sûriya û Îraqê dagîrkiriye
Pirofîsor Dîvîd Şînger rêveberê xwendinên siyaseta welatên erebî li peymangeha Waşinton bo xwendina Rojhilata Nêzîk e û berê li ofîsa wezîrê bergiriyê bû, ji bo axaftin li ser rewşa niha a Rojhilata Naverast û rewşa cîhanê şerê DAIŞê, me çend pirsyar jê kirin û wî bi vî corî bersiva Gulanê da.
* Ji destpêka sala 2015ê ve du konfransên mezin li ser astê nêvdewletî birêveçûn, ku Konfransa DAVOS û Konfransa Miyonêx a ji bo asayîşê bûn, raporta hazirkirî ji bo konfransa Miyonêx a ji bo aştiyê, navnîşana ((sîstema ketî) hilgirtibû, herwiha li DAVOSê tekez li ser ketina sîstema cîhanî hate kirin, ew sîstema ku paş bi dawî hatina şerê sar çêbûyî. Lê Con Kêrî û Co Baydin ev yeke redkirin û ragihandin ku sîstema cîhanî neketiye. Bi boçûna we gelo çima Emerîka vê tirssê vedişêre di demekê de ku hemû cîhan hest pê dike?

- Waşinton wek paytextên din ne dilgirane di asta ew tehediyên rûbirûyî sîstema cîhanî bûne, rêveberiya Obama xerabûna rewşa ewlehiyê li cîhanê venaşêre, lê ew wek welatên din bawernake ku ev gefane ewqas bitirs bin. Renge rêveberiya Obama wiha bawer dike ku siyasetên wê li Rûsiya û Sûriya û Îranê serkeftî ne pir ji welatên cîhanê pêşveçûnên girêdayî bi Rûsiya û Sûriya û Îranê ve wek şikestina siyaseta Emerîka dizanin û wek belgeyekê li ser daketina rola wê li cîhanê didin pêş.

* Ew tehedayên ku cîhan li sala 2015ê rastê tê pêktên ji gorankariyên ciyopolîtîk, ne tenê di Rojhilata Naverast de belku li Ewropa jî, bi taybet paş dagîrkirina Kirîma ji aliyê Rûsiya ve û redkirina endamtiya Okraniya di Yekîtiya Ewropa de, gelo win nabînin ku ev yeke vegere bo şerê sar?

- Tu goman têde tuneye ku niha ew rolê Rûsiya dibîne ne rolekî yarmetîdere, herwiha ew role di astê Okraniya de şerfirotine. Heta di xerabbûna rewşa aborî de jî, xwesepandin li Rûsiya di hilkişandinê de ye. Ev jî pêkhateyeke ne tenduriste û renge ev welate bikeve rêça li hember hev seknandinê bi Rojava re.

* kêşeyeke din ku bi dawê Ewropa girtiye ew jî hebûna giropên terorîstî yên tundrê ne, herwek berî çend heftiyan di êrîşên ser Şarlî Îbdo li Firensa me dî, ev bi wê watayê tê ku tu welatek bi tenê nikare asayîşa xwe peydabike û her aliyek li ser astê asayîş û leşkerî hewcî bi hevpeymaniyê heye. Gelo di rewşa niha a cîhanê de win bawerin ku wê hevpeymaniyek were avakirin?

- Hên gefa DAIŞê negehiştiye wî astî ku welat li ser hevkarîkirina hev rêkeftinan bikin û bi xwîn û xerc di rûbirûbûna terorîstan de beşdarbin. Niha hevpeymaniyek hatiye avakirin, lê kar û kiryarên sert ji bo şikandina DAIŞê nehatine encamdan, herwek Obama soz dabû ku wê tenê êrîşên esmanî encambidin daku ta astekî destkeftên DAIŞê sinûrdar bike ji aliyê bidestxistina axê, bi rastî paş şeş mehan ji destpêkirina êrîşên esmanî, DAIŞê zêdetir li Sûriya û Îraqê ferehbû ev heger em behsa Lîbiya û cihên din nekin. Hêvî ew e ku ew a li Parîsê çêbûye û niha li Kopinhagin çêdibe li welatên Ewropa berfereh nebe ew jî bi standina rêkarên hişktir di asta asayîşê de.

* Paş vêketina şoreşe Sûriya li dijî rejîma Beşar Esed li sala 2011ê, Civata Asayîşa Neteweyên Yekgirtî nekarî stratîjiyeke konkirîtî ji bo danûstandin li gel rejîma Esed dabirêje, herwiha nikarî bigehe biryarekê, derencam 8 heta 9 milyon welatiyên Sûrî bê mal û hal bûn û bi sed hezaran kes hatin kuştin û birîndarkirin, gelo win nabînin ku rewşa niha a Sûriyê wê yekê pîşandide ku Civata Asayîşa Nêvdewletî tu çareserî li cem tunene û di asta biryaran de îflîc bûye?

- Heta niha zêdetir ji 200 hezar muslimanên sune li Sûriya hatine kuştin, wate ev a li Sûriyê çêdibe bi engê cînosaydê ye, mixabin Neteweyên Yekgirtî ne rêkxistineke karaye li hember rêgirtin li tawanan, renge rêveberiya Obama ku pir tekezê li rêkeftinê dike bi Îranê re, bi karekî li dijî Îran yan rejîma Esed tûrebibe, Civata Asayîşê îflîc bûye û Esed hevkarekî mezin heye li Mosko, lê ji wê jî giringtir, rêveberiya Obama naxwaze rolê serkirdatîkirinê hebe ku hewla bidawîkirina wê kêşeyê bide, ne xuyaye ka Emerîka wê biserkeve, lê rêveberiya Obama nepabende bi dawîkirina tawanên rejîmê, mixabin niha terkîz tenê li ser DAIŞê ye.

* Şareza, ew ên ku ji nêzîk ve çavdêriya rewşa herêmê dikin li Rojhilata Naverast, behsa wê yekê dikin ku kêşeya serekî a vê navçeyê ew welatene ku li gor rêkeftina SayksPîko paş ketina Împratoriyeta Osmanî hatine çêkirin, ji ber ku sinûran ferehiya olî û neteweyî li ber çav negirt. Eger ev cewherê kêşê be, çima hewil nehatiye dan ji bo cardin dariştina nexşeya navçeyê li ser bingehekî modêrin?

- Tevî ev tevheviya li navçeyê lê hatiye selimandin ku sinûrên navçeyê bi endazeyeke berçav hatiye kişandin, her çiqas renge gorankarî li Îraq û Sûriya rûbide, ew a niha li Sûriya çêdibe qirkirina îtnî ye ji aliyê rijîma Esed ve ku beşeke ji hewla parastina pêkhata Elewî. Kurd xudan dewleteke dîfakto ne li Bakurê Îraqê. Heger em bi giştî biaxfin, Emerîka ne di wê baweriyê de ye ku wê dûbare danîna nexşeya Rojhilata Naverast li ser binemayê îtnî û taîfe gerî karekî berhemdar be, niha dijminatiyeke mezin di navbera şîe û sune de heye û herhal di şiyan de tuneye ku ew sinûr werin parastin.

* Derbarê xîlafeta dewleta îslamî ku ji aliyê DAIŞê ve hatiye ragihandin, em dibînin dewletên derdûr li ser bingeha berjewendiyên xwe reftarê bi rûdawê re dikin, hinek dewletên navçeyê bi wê yekê re ne ku Esed di deshelatê de bimîne û yên din bi şêweyekî veşartî hevkariya giropên terorîstî dikinji bo roxandina rejîma Esed, bi nêrîna we bi hebûna van kêşeyan çawa Hevpeymaniya Nêvdewletî a dijî terorîzmê dikare DAIŞê bişkîne?

- Take rêya şikandina DAIŞê li Sûriya şikandina rejîma Esed e. kuştina berdewam a suneyan li ser destê Esed û Îran û Hizbulahê piştevaniyê ji bo DAIŞê zêdetir dikin. Karkirin bi Esed û Îranê re tenê dibe sedema ku sune bigehin wê baweriyê ku Rojava li çareserekî şîe digerin, ev jî bi ser nakeve.

* take hêza ku kariye li pêş pêşveçûnên DAIŞê bisekine li Rojhilata Naverast hêzên pêşmergeyê Kurdistanê ne. ta çi astî pêwîste cîhan ji bo jinavbirina terorîstên DAIŞê piştevaniya hêzên pêşmergeyê Kurdistanê bike?

- Pêşmerge bi piştevaniya Rojava karekî baş kirine ji bo bergirîkirin ji axa xwe li dijî DAIŞê, lê Pêşmerge hêzeke bergirîkariyê ye, ne hêzeke ku were şandin bo derveyî axa xwe ji bo encamdana operasyonên leşkerî. Berdewam alîkariyên madî yên giring ji Rojava digehin kurdan daku bikarin bergiriyê ji xwe bikin li dijî DAIŞê. Tevî wê li dawiyê ji bo şikandina terorêstanli ser axa (Îraq û Sûriya erebî)hêzên din hebin.
Top