Hilbijartinên xwexapandinê
April 17, 2014
Gotar û Nerîn
Ji ber ku mêhtingeh e, Kurdistan jî ji mecbûrî tevlê wan hilibijartinan bû.
Gelek nivîs, hevpeyivîn û nirxandin çêbûn di derheqê wan hilbijartinan da.
Bûye mîna edet, „divê“ meriv germegerm di derheqê bûyeran da binivîse, da ku were xwendin. Lê belê her nivîsê germegerm ku tê xwendin, nayê wê wateyê ku rast û bawerdar e.
Xwarina germ devê meriv, nivîsên germ hişê meriv dişewitînin.
Hela hin bûyer henin, ku rawestînê divên, nivîsîn û nirxandinên bi serîyêkî hênik divên.
Ew hilbijartin jî yek ji wan bûyeran bû.
Li “Tirkîyeyê” ev heştê sal in, bi hezar hîlle, desîse û xapandinê di bin navê çi yên parlamentoyê û çi jî yên şaredarîyê da hilbijartin çêdibin.
Li vir yekser sextekarîyeke pir mezin heye, ku Kurd jî tên xapandin û di nava çarçoveya yasayên dagirkerîyê da tevlê wan hilbijartinan dibin.
Angaşta partî û sîyasetmedarên Kurdan ev e:
“Ji bo ku em hêdî hêdî hinekî maf û azadiyê bi dest bixin, em tevlê wan hilbijartinan dibin.” Ciqas hêdî çûne ewqas li paş mane li cîhanê..
Heke ew partî û sîyasetmedar bi vê angaştê xelkê manûple bikin, di nava çarçoveya yasayên dagirkerîyê da berê xwe bidin sîstemê û întegrasyonê qewîn bikin, ev jî dibe xwexapandin!
Piştê her hilbijartinê, Kurd di nava wê sîstemê da hineke din ji xwe bi dûr dikevin.
Berê li Kurdistanê tenê partîyên kolonyalîst hebûn.
Hin ji wan mezin, hin ji wan biçûk ferq nake, niha yên întegrasyonalîst jî lê zêde bûne.
Ev 80 sal in li “Tirkîyeyê” û li Kurdistanê xapandin û xwexapandin hene!
Ji salên destpêkê heta îro piranîya “sîysetmedar, rewşenbîr, kesayet û giregirên” Kurdan, di nava partîyên Tirkan; CHP, DP, AP, TIP, YTP, MSP û AKPyê da tevlê hilbijartinan dibin.
Ev piranî yan jî garanî bi sadaqeteke tam, bi rûhekî benî ku mahdeya meriv jê li hev dikeve, meriv vedireşîne, milet ditevizînin û ji dagirkerîyê ra dibin zemînekî nerm û jê ra xizmetkarîyekî bêmînak dikin, li Kurdistanê. Ev yek.
Beşa duyemîn ku tê da metirsî jî dihewe, nivşê DTP ye, ku bi nirx û berdelên giran di salên 90 an da derketîye holê.
Ev çend car in di çarçoveya yasayên dagirkerîyê da tevlê hilbijartinên parlamentoya Tirk û şaredarên wê yên li Kurdistanê bûn û gelek encam(!) jî bi dest anîn.
Ev nivş di nava yasayên dagirkerîyê da bi tevlêbûna wan hilbijartinan,“raweyîya” dewleta Tirk a li Kurdistanê dipejirîne. Bi xêlîya kesk û sor û zer bûye partîya întegrasyonê.
Bi kijan alîyê va bikişînin, çi navê lê bikin, li dawîyê diçe digihîje wê sîstema dagirkerîyê.
Hilbijartîyên vê nivşê çiqas sonda nijadperest a Tirk di parlamentoya Tirk da bixwîne jî..
Di avahîyên şaredarîyê da li ser serê wê/wî resmê M.Kemal, li tenişta wê/wî alaya Tirk bi ken û hez poz bide medyayê jî..
Hezar soz û peyamê bidin, ku ew rêzdar in ji bo hessasîyetên “Tirkîyeyê”, veqetîna ji “Tirkîyeyê” naxwezin û ji bo Kurdan dewlet nadozînin jî..
Ew dê hertim di zîndan û girtîgehan da bin. Do wisa bû, îro jî wisa ye.. Çi guherîn heye?
Jixwe zîndan û girtîgeh ji bo întegreyê ne.
Biqasê ku întegre bûbin, ew dê werin berdan. Tên berdan „peyaman“ didin.
Eynî mîna pepûk vana bi wan peyam û mesajên xwe yên bêyom, meriv bêhiş dikin.
Mezintirîn metirsî bêhişbûna milletekî ye.
Milletekî bêhişbûyî guncaw e ji efsûnê ra.
Wê nikaribe ne li ziman û çanda xwe û ne jî li kesayet û welatê xwe xwedî derbikeve!
Wê here 24 saet şukûr û duayan bike ji xwedê ra.
Milletekî wihabûyî wê biçe herrî û xwelîya ber dîwaran jî bixwe, wê keviran jî di devê xwe da bihêre..
Çiqas rast e? Nizanim.
Dibêjin, Xalit Begê Cibrî rojekî diçe mêvandarîya şêxê Norşênê.
Xelk li ber derî rêz girtîye yekûyek destên şêx radimûsin, diçin hizûrê, ku pê ra şîvê bixwin.
Dora kî tê, ji hezretîşahaneyî ra dibêje:
„Şêxê min ez xulamê te me, xizmetkarê te me, kuçikê te me!“
Di nava vê helahelayê da çavê şêx bi Xalit Beg dikeve û jê ra dibêje;
„Xalit Beg kerem ke derbasî jorê be, em bihev ra şîvek bixwin.“
Xalit Beg wiha lê vedigerîne:
„Li qisûra min merine! Ez bi xulam û kuçikan ra şîvê naxwim!“
Dibêje û li hespê xwe siwar dibe û ji wir bi dûr dikeve.
Her ev e rewş û ehwalên me…
Berlîn, 14 avrêl 2014
Evdila Dirêj