• Wednesday, 15 May 2024
logo

Pirofîsor Hinrî Farêl bo Gulan: Zehmete Şerê Sar carek din destpêbike lê wê kêşe û nakokiyên herêmî zêdebibin

Pirofîsor Hinrî Farêl bo Gulan: Zehmete Şerê Sar carek din destpêbike lê wê kêşe û nakokiyên herêmî zêdebibin
Pirofîsor Hinrî Farêl mamostayê zanista siyaset û pêwendiyên nêvdewletî yeli zanîngeha Corc Waşinton û taybetmende di warê ew metirsiyên rûbirûyî Civaka Nêvdewletî dibin, ji bo axaftin li ser ew tehediyên ku li sala 2015ê rûbirûyî cîhanê dibin herwiha egerê cardin vêketina şerê sar di formeke cuda de, me çend pirsyar ji wî kirin û bi vî corî bersiva pirsyarên Gulan da.
* Şareza dibînin ku paş ketina dîwarê Berlînê tu cara wek sala 2014ê fewza li cîhanê çênebûye û vekişiyaye ji bo sala 2015ê jî, pirsyar ew e gelo cîhan çawa muamelê bi vê fewzayê re dike?

- Em li Yekîtiya Ewropa rastî hejmarek kêşe bûn di warê abûrî de, wek muamelekirin ligel kêşa Yonanê, ew a pêwendî bi Rojhilata Navîn re heye, nearamiyeke berdewam heye û ez dibînim ew nearamiye wê dirêjbike, lê ez nizanim wê rewş xerabtir bibe yan na, ew a girêdayî bi pêwendiya di navbera Ewropa û Rûsiya xuyaye em nearamiyeke zêdetir dibînin, lê ez texmîn dikim ku wê bikarin rewşê kontrolbikin, wate ev kêşeyên rastî ne lê ez nabînim ku wê bibine sedema çêbûna karesatên mezin.

* Rewş tevliheve û van guhertinan karîgerî li sinûran kiriye û vê yekê jî gorankariyên herêmî bi xwe re anîne, ku wê aştî û asayîşa cîhanê jî ji karîgeriyan ne dûrbin, bo nimûne çêbûna dewleta îsêamî, gelo cîhan wê çawa serederiyê ligel van gorankariyên ciyopolîtîk bike, bi taybet derbarê çêbûna dewleta îslamî?

- Ez dibînim ku dewleta îslamî wê rastî du tehediyan were, ya yekê siyasî ye û bi bidestxistina axê ve girêdayî ye, ya din civakî ye û xwe di mejî û dilê xelkê de berceste dike û bidestxistina baweriya xelkê bi ka çi rast e û çi şaş e, ji aliyê bi destxistina axê ve ew rastî rêgiran hatin, çûnkî destpêkê ew bi şêweyekî pir bilez fereh bûn, lê niha rastî zehmetiyan tên, herwiha rastî zehmetiyan hatine di parastina hinek ji ew axa ku destê xwe dabûne ser, derbarê bidestxistina piştevaniya cîhana îslamî dilhişkiya wan kartêkirin li wê piştevaniyê kir, ev di wî şerî de berxest bûye ku di navbera giropên tundrê de heye di derbarê gelo ka hewil bidin dil û mejiyê xelkê bi dest xwe xin yan berê xwe bidin ew kesên ku neomêdbûne, me ew şer ê mezin dît a di navbera Elqaîde û giropên cuda yên din li Îraqê, lê tawanên wan neghîştin hovîtiya DAIŞê, dema dewleta îslamî biryara şewtandina firokevanê Urdinî dide, ev kare nabe sedema ku li cîhana îslamî dostan ji xwe re peydabike çûnkî ew dilreşî û kîna wan dibînin, lewra ez nabînim ku zêdetir ji ew sinûrê niha heye ferehtir bibin.

* Paş 25 sal ji hilweşandina dîwarê Berlînê niha Rûsiya hewildide cihê xwe li ser şanoya cîhanê çêke, niha hevrikiyek di navbera Rûsiya û Çînê de ji aliyekî û Rojava bi giştî ji aliyekî din ve çêbûye, gelo win pêşbîniya carek din vêketina şerê sar dikin?

- Şerê Sar nakokiyeke cîhanî bû, ez dibînim ku tirsa zêdetir serhildana nakokiyên herêmî heye, Rûsiya dîktatoreke û pirtir ber bi dijatîkirina Rojava ve dere û dixwaze xwe xuyabike ku bi hêze, eger ne wiha be ez bawernakim ku Rûsiya ew xewne hebe ku wek 25 sal berî niha cîhanê buguhêre, lê ew pirtir li ser kontrolkirina cîranên xwe kardike. Herwiha heta radeyekê xewnên çînê jî sinûrên herîmî derbaznake û dixwaze ku weke hêzeke serekî were naskirin li Asya û li çend cihên Rojhilata Naverast û Efrîqiya, lê li wir jî ji ber sedemên abûrî wê ew role tineye, herhal em ê nakokî û hevrikiyên zêdetir bibînin.

* Metirsiya dewleta îslamî goman li ser paşeroja hêza leşkerî li navçeyê çêkiriye, ji ber ku şerkirin li dijî DAIŞê û terorîstan ji Pakistanê heta bi Neycîriya ne şerekî kilasîsî a di navbera du dewletan de ye, belku şerekî fereh û fererehinde, gelo ta çiqasî hevpeymaniya nêvdewletî wê biryara leşkerî li dijî DAIŞê derxe?

- ev bi wê yekê ve girêdayî ye ka hevpeymaniya nêvdewletî bi bawere wê hêza leşkerî çi bike?, ji aliyekî ve jî em hest bi sinûrdariya hêza leşkerî dikin, tenê wê demê nebe ku biryarê bidin dagîrkariyê bikin, ew jî bargiraniyeke mezin çêdike û pir bizehmet dibe ku bikarin siyaseta wan biguhêrin, lê ew dikarin encambidin ew e ku hêzên wan ji nav bibin, ta astekî ew kare bi asanî û herwiha bi şêweyeke kara tê encamdan, wek em dibînin ku bikaranîna hêza esmanî li dijî dewleta îslamî rastiyên li ser axê naguhêre, lê karîgere ku ew pirtir berfereh nebin.

* Li gor ev rewşa niha heye, pêşbîniya we ji bo paşerojê çiye?

- ez dibînim ku em ê kêşeyên zêdetir di navbera Emerîka û Îsraîlê de bibînin, ez bawernakim ku guhertinin mezin çêbibin, lê wê guhertineke gav bi gav di siyasetê de di navbera Emerîka û Îsraîlê de çêbibe, ez bawerdikim ku em ê kêşeyên zêdetir bibînin, lê wek ne wek werdemê şerê sar.
Top