• Tuesday, 30 April 2024
logo

Iraqîbûna bê mûçe û azadî

Iraqîbûna bê mûçe û azadî
Dîmenên duh ên danûstandinên navbera şanda Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê balkêş bûn lê ji hemûyan balkêştir ew bû ku Cîgirê Serokwezîrê Iraqê bo karûbarên aborî Dr. Roj Nûrî Şawês, li gel şanda Kurdistanî û li hember tîma hikûmeta Iraqê rûniştibû bo gotûbêjên li ser pirsa neft û bûdcê.

Ev, nîşan dide ku kurd li nav hikûmeta Iraqê de bi çi pileyekî dibe bila bibe, deng û bandora wî di asta herî jêr de ye. Ev jî çi girêdayî hizra erebî ya Iraqê li hember kurd be çi girêdayî asta karê kurd li Bexdayê be, ti bandorekî li ser rewşa bêbandor a niha ya kurd li Bexdayê nake.

Dîmena herî zelal ew e hebûna kurd li nav hikûmeta Iraqê de hebûneke gellekî şermîn e, ji ber wê jî divê serkirdayetiya kurd bi awayekî cidî hizra vê yekê bikin ji ber ku ev hebûna kurd a niha di hikma nebûnê de ye, helbet sunnî jî li nav hikûmetê Iraqê de hest nakin hene.

Di vir de hinek pirsên cidî derdikevin pêş: Dema mûçe û bûdce nedin gelê Kurdistanê wê çaxê çima iraqî be û li Iraqê de bimîne? Dema gelê Kurdistanê ku sînorê wî bi madeya 140 ketiye nav lîstokek vala dê çima li Iraqê de bimîne? Kurdistan ku ji Iraqê pêşketîtir e û dema jê cihê bû dê hîn zêdetir pêş bikeve dê çima li nav Iraqê de bimîne?

Serkirdayetiya Kurdistanê çima di vê serdema azadî û bihêzbûna gelan de bi referandomekî Başûrê Kurdistanê ji Iraqê cihê nakin? Eger gelê Kurdistanê biryareke wiha bide wê çaxê çi guvaşeke zêdetir ji nanbirrîn û dagîrkirinê dikeve ser? Hikûmeta Herêma Kurdistanê çima qebûl dike rojane herî kêm 300 hezar bermîl petrola Kerkûkê were firotin bêyî ku tiştekî bidin Herêma Kurdistanê?

Niha dema wê ye ku serkirdayetiya Herêma Kurdistanê hemû hêzên Kurdistanî yên Başûrê Kurdistanê kom bike û peyamekê bide Bexdayê her wiha peyamekê bide Amerîka ku serperstiyarê lawaz ê pêvajoya siyasî ya Iraqê ye. Vê yekê jî bînin bîra Amerîka ku kurd faktora serekî ya berdewamiya pêvajoya demokrasiyê ye li Iraqê her wiha çavkaniya firenetewî û plûralîzma siyasî ye li Iraqê. Bêyî piştevaniya kurd û mayîna kurd, Amerîka li Iraqê de dikeve nav şermezariyeke zêdetir. Helbet divê peyamekê jî bidin Îranê ku wek dewleta herî bibandor li ser Iraqê ye. Aliyên kurdî gellek caran ji ber xatirê Îranê guvaşên xwe li ser hikûmeta Iraqê dane aliyekî. Dibe ku Îran zêdetir ji hikûmeta niha ya Amerîka ji wê peyamê fêm bike ji ber ku dema Îran ewqasî girîngiyê dide yekxistin û bihêzkirina YNKê vêca helwesta wî welatî li ser dosyaya petrolê çi dibe bibe, dê girîngiyê bide bêzarbûna hemû gel û aliyên Herêma Kurdistanê jî.

Ti netewek nikare bêyî ku statûya xwe bizanibe li welatekî de bimîne, bi taybet netewa kurd. Ji kurdan re tenê çîrokên enfalê her wiha firotina dewlemendiyan bes in da ku hezar carî nefretê li dewleteke mîna dewleta Iraqê bikin.

Niha ti deverek, ti netewek û gelê ti welatekî naxwaze bêdesthilat û bêxweşî li nav dewletek din de bijî. Kurd jî, ti qanûnek asimanî û însanî azadiyek kêmtir jê re diyar nekiriye. Kurd niha gellekî hişyar e û ji hemû demên din zêdetir tam û qedrê azadî, kolenebûn û mewalînebûn dizane.

Rûdaw
Top