• Sunday, 24 November 2024
logo

Heyder Şeşo hişyarî da: ‘Dê ji Çiyayê Şingalê êrişî Îsraîlê bikin’

Gulan Media November 24, 2024 Nûçe
Heyder Şeşo hişyarî da: ‘Dê ji Çiyayê Şingalê êrişî Îsraîlê bikin’

Fermandarê Hêza Parastina Êzîdxanê ji Rûdawê re got, “Metirsî heye ku hinek komên çekdar Çiyayê Şingalê ji bo êrişkirina ser Îsraîlê bi kar bînin.”

Fermandarê Hêza Parastina Êzîdxanê Heyder Şeşo îro li ser pêşhatên dawî yên cîhan û Kurdistanê ji Rûdawê re axivî.

Fermandarê Hêza Parastina Êzîdxanê Heyder Şeşo ragihand:

“Gelekî girîng e ku Îraq nebe beşek ji aloziyên li herêmê.”

Heyder Şeşo diyar kir ku Hikûmeta Îraqê li hemberî destdirêjiyên ku li ser Şingalê tên kirin bêdeng e.

Şeşo li ser rêgiriya komên çekdar ku ji Şingalê êrişî Îsraîlê nekin jî got:

“Desthilata artêşa Îraqê li ser wan komên çekdar nîne ku rêgiriya wan bike.”

Heyder Şeşo anî ziman:

“Piştî ku şer dest pê kir aniha metirsî li ser Çiyayê Şingalê heye. Di dema Sedam de Çiyayê Şingalê hat bikaranîn û ji wir mûşek ber bi Îsraîlê ve hatin avêtin.

Niha dîsa metirsî heye ku hinek alî Şingalê ji bo êrişê bi kar bînin.

Em ditirsin erd û xelkê Şingalê dîsa bibe qurbaniyên planekê.

Heta niha zêdetirî ji sedî 50ê Şingaliyan, bi taybetî Êzidî derbider in. Em hêvî dikin ku Îraq derfetê nede.”

Şeşo destnîşan kir ku Îsraîlê gotiye mafê wan heye ku li dijî êrişan parastina xwe bikin û got:

“Em hêvî dikin Hikûmeta Îraqê axa xwe biparêze. Divê Îraq rê nede ku axa wê ji bo êrişa Îsraîlê û welatên cîran were bikaranîn.

Di nava mehekê 2 caran êrişî Şingalê hat kirin û Hikûmeta Îraqê di vê mijarê de gelekî bêdeng bû.”

"Li derdora Şingalê digerin"

Heyder Şeşo diyar kir ne dûr e Îsraîl jî wekî Tirkiyeyê êrişî Îraqê bike.

Şeşo her wiha destnîşan kir, gelek kom û komik hene ku li Şingalê aloziyan derdixin.

Heyder Şeşo da zanîn ku hinek koman xwestiye çekan bibin ser Çiyayê Şingalê lê rêgirî hatiye kirin.

“Hinek ji van komên çekdar ev çend roj in li derdora Şingalê digerin û hewl didin herin ser Çiyayê Şingalê ku berê ji bo êrişkirina Îsraîlê dihat bikaranîn, careke din bi kar bînin.

Em nikarin bi temamî piştrast bikin ku Îsraîl êrişî Şingalê dike lê metirsî heye.

Ji ber ku hefteya borî du êrişên dronan li ser Şingalê hatine kirin û Hikûmeta Îraqê ti bertek nîşan nedane.”

Heyder Şeşo bangî xelkê Şingalê jî kir û anî ziman:

“Pêwîst e gelê Şingalê rê nede ti kes axa Şingalê ji bo êrişkirina ser welatekî bi kar bîne yan jî ji bo berjewendiyên xwe û yên piştevaniya wan dikin.”

Koma bi navê Berxwedana Îslamî ya Îraqê ku nêzîkî Îranê bi berdewamî bi dron û mûşekan êrişî Îsraîlê dike.

Îsraîlê hişyarî da ku li dijî êrişan mafê wan heye êriş bike.

 

Rudaw

Top