Wezareta Tenduristiya Lubnanê: Ji destpêka êrişên Îsraîlê heta naha 3670 kes hatine kuştin
Wezareta Tendirustiya Lubnanê ragehand, ji destpêka êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê heta naha, 3670 kes hatine kuştin.
Wezareta Tendirustiyê yê Lubnanê şeva borî di raporeke de diyar kir, di êrîşên Îsraîlê yê roja 22'ê Mijdara 2024'an de, 25 kes hatine kuştin û 58 kes jî birîndar bûne.
Li gor heman daxuyaniyê, ji destpêka êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê yên ji roja Cotmeha 2023an û heta roja Înê, 3670 kes hatine kuştin û 15 hezar û 413 kes jî birîndar bûne.
Wezareta Tendirustiya Lubnanê diyar kir, Îsraîlê duh 23.11.2024ê çend navçe li Lubnanê kirin armanc û 58 kes hatine kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûne.
Hizbulah di 8ê Cotmeha 2023an de, tenê rojek piştî şerê di navbera Hemas û Îsraîlê de li Xeta Xezayê tevlî eniya piştevaniya aliyên Filestînê bû. Hizbulahê li ser sînorê di navbera Lubnan û Îsraîlê dest bi armanckirina axa Îsraîlê kir.
Ji 23ê Îlona 2024an vir ve Îsraîlê êrîşên xwe li navçeyên cuda yên Lubnanê girantir kirine û bi awayekî bejayî ket başûrê Lubnanê.
Basnews