• Thursday, 26 December 2024
logo

Îsal 600 hezar geştyarî Girê Mirazan ziyaret kiriye

Gulan Media November 19, 2024 Corane
Îsal 600 hezar geştyarî Girê Mirazan ziyaret kiriye

Îsal 600 hezar geştyarî Girê Mirazan yê li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistan ziyaret kiriye.

Navdarbûna şûnwarê dîrokî yê Girê Mirazan roj bi roj zêdetir dibe ku li cihanê wekî cihê herî kevin ê niştecîbûna mirovan tê zanîn.

Hejmara geştyarên ku 10 mehên îsal Girê Mirazan ziyaret kiriye li gorî sala borî ji sedî 50 zêde bûye û gihiştiye 600 hezar kesî.

Alîkarê Wezîrê Çand û Geştyariyê yê Tirkiyeyê Gokhan Yazgi got:

“Em dixwazin sala pêşiya me hejmara geştyaran zêde bibe û li cîhanê em dê bi hev re bilindbûna cihê taybet ê serdanê yê Girê Mirazan bibînin.”

Girê Mirazan her sal bi bernameyên cuda tê nasandin û li qada navneteweyî reklama wê têkirin.

"Danasînê bandoreke mezin kir"

Gokhan Yazgi her wiha got:

“Danasîna Girê Mirazan li cîhanê bandoreke zêde kir.

Em hem di fîlmên danasînê de û hem jî di rêzefîlman de Girê Mirazan nîşan didin.

Dema em fîlmên xwe didin derve jî em di nav fîlman de dîmenên Girê Mirazan nîşan didin û ev jî dibe sûdeke cuda.”

Girê Mirazan, 15 kîlometreyan li bakurrojhilatê Rihayê li gundê Xirabreşkê ye.

Girê Mirazan ku dîroka wê vedigere berî 12 hezar salan Tîrmeha 2018an ji bo Lîsteya Mîrata Cîhanê ya UNESCOyê hat qebûlkirin.

 

Rudaw

Top