• Friday, 27 December 2024
logo

Sedemê ketina balefira li Kazaxistanê aşkera bû û 25 kes rizgar bûn

Gulan Media December 25, 2024 Nûçe
Sedemê ketina balefira li Kazaxistanê aşkera bû û 25 kes rizgar bûn

Balefira rêwiyan a ser bi rêyên esmanî ya Azerbeycanê di dema xwest bi awayekî lezgîn dakeve li bajarê Aktau ya Kazaxistanê  ketxwarê.

Balefira ku ji ber mija zêde rêya wê hate guhertin berî ketinê destpêkê li ser Behra Hezarê sînyala daketina lezgîn daye. Li gor agahiyan balefirê li refeke balinde û baskdaran daye û piştî wê biryara daketina bilez daye.

Li gor agahiyên dawiyê di balefira ketî de 62 rêwî û 5 jî karmendên balefirê bixwe bi giştî 67 kes hebûne. Rayedarên Kazaxistanê jî ragehandin, di bûyerê de 25 kes rizgar bûne, lê rewşa 5 kesan girane.

Wezareta Rewşên Awarte ya Kazaxistanê ragehand, di encama ketina balefirê de 42 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Balefirê rêyên esmanî ya Azerbeycanê, ji paytext Baku rabû û ji bo biçe Groznî ya herêma Çeçenîstana Rûsyayê birêket, lê ji ber mija zêde ya li Groznî rêya wê hate guhertin û li Aktau ya Kazaxistanê ketxwarê. Di bûyerê de 42 kesan jiyana xwe ji dest dan, 25 kes jî bi birîndarî hatin rizgarkirin, ku rewşa 5 kesan girane.

 

Basnews

Top