Bîlançoya şerê li Minbicê hat eşkerekirin
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û SOHRê bîlançoya şerê doh ê li Minbicê eşkere kir.
Li derdora Bendava Tişrînê û li çoltera Minbicê şerê di navbera Meclisa Leşkerî ya Minbicê û komên çekdar ên ku Tirkiye piştgiriyê dide wan de berdewam dike.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê hemû êrişên li gundewarê başûrrojhilatê Minbicê û Bendava Tişrînê têk birine.
Li gorî daxuyaniyê, di van şer û pevçûnan de 14 çekdar hatine kuştin.
Her wiha hat diyarkirin, “Bi dehan çete birîndar bûn. 2 panzêr û 2 erebeyên doçka li ser wan û 2 motorsiklêtên çeteyan hatin rûxandin.”
Hêzên Sûriyeya Demokratîk dîmenên çalakiyên şervanan ên li başûrrojhilatê Minbicê jî belav kirin.
Li hêla din, Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî bîlançoya şerê doh ê li Bendava Tişrînê eşkere kir.
Li gorî nûçeya SOHRê, 12 çekdarên ku komên ku Tirkiye piştgiriyê dide wan hatine kuştin û 3 şervanên HSDyê jî birîndar bûne.
Rudaw