• Thursday, 26 December 2024
logo

MELETÎ - Jin ji bo kutilkên herî xweş çêkin ketin pêşbaziyê

Gulan Media November 24, 2024 Corane
MELETÎ - Jin ji bo kutilkên herî xweş çêkin ketin pêşbaziyê

Ji bo kutilka ku yek ji xwarinên Meletiyê yên bi îşareta erdnigariyê hatiye tescîlkirin pêşbazî hat kirin.

Şaredariya Çermiktiyê pêşbaziya kutilka herî xweş li dar xist û 93 jin ji bo ku kutilka herî xweş çêkin hewl dan.

Di pêşbaziya ku Nezîr Kizilkaya, Dîlek Hasar, Saadet Ormanci, Şengul Çîlesîz û Unalcan Kutal jurî bûn de kelecaneke mezin hebû.

Di encama nirxandina juriyan de  Gul Bakal bû yekemîn, Arîfe Ulaş bû duyemîn, Aynur Urkmez bû sêyemîn.

Guler Ograşê jî xelata taybet a juriyê wergirt.

Di pêşbaziyê de zêrê mezin da yekemînê, duyemîn bi nîv zêrê, sêyemîn jî bi zêrê çaryek hat xelatkirin.

Guler Ograşê jî bi zêrê gram hat xelatkirin.

 

Rudaw

Top