Îsraîl bi kûrayiya 7 kîlometreyên din li Sûriyê pêşdeçûn kir
Îro 25.12.2024ê Televîzyona Sûriyê ragehand, li derdora bajarokê Suweyse ya li navçeya Quneytre li başûrê rojavayê welat, artêşa Îsraîlê dest bi pêşdeçûna zêdetir kir.
Çavkanî diyar dikin; ‘’Dozer û amûrên leşkerî yên Îsraîlê çûne navçeya bendava Mentere ya li parêzgeha Quneytre û herwaha hêzên Îsraîlê xalên leşkerî danîne û astengên axê li derdora bendavê çêkirine.’’
Herwaha Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan jî ragehand: ‘’Îsraîl bi kûrayiya nêzîkî 7 kîlometreyan li navçeyên qutkirî ve pêşdeçûn kiriye, herwaha rûniştvanên gundên Um Elîzam û Ednaniye agahdar kirine, divê tenê di dema diyarkirî de hatûçûnê bikin.’’
Hêjayî gotinê ye piştî rejîma Beşar Esed li Sûriyê hêzên Îsraîlê ketin navçeyên ku sala 1973yê de wek navçeyên ji çek hatine paqijkirin hatibûn avakirin û ew navçe ji aliyê Îsraîlê ve naha hatine kontrol kirin.
K24