Zehra û Evdilmecît di tarîtiya jiyanê de ji hev re bûne ronahî
Evdilmecît û Zehra hevjînê hev in û her du jî ji dayîkbûnê de nabîna ne.
Evdilmecît Yilmza Kurdê ji Amedê ye Zehra jî penabera Ereb a ji Îdliba Sûriyeyê ye.
Şeş salan berê qederê rêya wan bi hev xistiye û di tarîtiya rasteqîn a jiyana xwe de ji hev re bûne ronahî.
Vaye rojeke din a jiyana wan e ku Evdilmecît ji kar vegeriyaye, zarokên wan Mihemedê 4 salî û Mistefayê 10 mehî jî li ser çonga bavê xwe hisreta rojeke sivik dikin.
Xanima malê Zehra jî bi çayê û çerezan pêşwaziya bavê malê dike.
Berdaxa nivî mayî û berdaxa di ser re rijiyayî jî tenê ji yek nîşaneya zehmetiyên jiyana wan e.
Amarên tekez û nûjen nînin lê li gorî raporên fermî, ji sedî 13ê nifûsê Amedê bi cûre pêwîstiyan astengdar in ku Evdilmecît jî ji wan yek e.
"Eger ku her tişt bi dile me biqede em zehmetiyan nakişînin"
Evdîlmecît Yilmaz li civakê û rayedaran wiha bang dike:
"Berxwedana ku em didin bi rastî kare me yê vê dinyayê ne hêsan e.
Eger ku her tişt bi dile me biqede em zehmetiyan nakişînin. Li Amedê problemên astengdaran ev in.
Yek; divê civat û astengdar hevdû fehm bikin.
Dudo; rêyên ku ji bo astengdarên çavan hatine çêkirin hem ji ber erdhejê hem jî ji ber sedemên cûda hemû xera bûne.
Sisê; bi rastî jî îdareya astengdaran ji aliyê mûçeyan ve qet nabe.
Çar; Ji bo astengdarên ji lingan rampayên ku hatine çêkirin nayên bikaranîn.
Pênc; nexweşên SSPyê û nexweşên kronik ji gelek şert û mercên divê astengdar jê sûd bigrin nikarin sûd bigrin. Bi kurtasî ez dikarim vana bejim."
"Di vê jiyanê de herî zêde reng û rûyê zarokên xwe meraq dikim"
Xanima malê Zehra Yilmaza ku 28 sal in nabîna ye dergûşa lawê xwe Mistefayê ku qet reng û rûyê wî nedîtiye dihejîne û dibêje:
"Di vê jiyanê de herî zêde reng û rûyê zarokên xwe meraq dikim. Gelo çevên Mihemed çawa ne, wechê wî çawa ye.
Gelo Mistefa yekî çawa ye, renge porê wî çawa ye wisa yanî. Herî zêde reng û rûyê zarokên xwe meraq dikim."
Di Roja Cîhanî ya Astengdaran de ew dixwazin guhdarî li pirsgirêkên wan werekirin û çareserî ji wan astengiyên çêkirî yên li ber wane re were dîtin.
Rudaw