• Monday, 23 December 2024
logo

SERDEŞT - 700 pirtûkên Kurdî li xwendekaran hatin belavkirin

Gulan Media November 22, 2024 Corane
SERDEŞT - 700 pirtûkên Kurdî li xwendekaran hatin belavkirin

Çalakvanên edebî û çandî yên Serdeşta Rojhilatê Kurdistanê zêdetirî 700 pirtûkên çîrokan ên Kurdî li xwendekarên polên 3,4 û 5an belav kirin.

Zarok bi hezkirin pirtûkan werdigirin û hewl didin dest bi xwendina wan bikin.

Beşeke wan zarokan ji ber ku li dibistanê bi zimanê dayîkê nexwendine, nikarin bi zelalî dest bi xwendina wan pirtûkan bikin.

Çalakvanan li ber Goristana Şêx Mewlana ku cihekî qerebalix ê Serdeştê ye û nêzîkî çend dibistanên bajêr çalakiya xwe li dar xist.

Berpirsa Tîma Xwendina Pirtûkan a Kaniyê Munîre Pûriyê li ser çalakiyê got:

“Ev çalakî ji aliyê çend rêxistinên Serdeştê ve ji bo hefteya pirtûkan hat lidarxistin.

Em dixwazin siberoja xwendekaran bi rêya xwendina pirtûkan geş bibe.

Me pirtûk li xwendekarên polên 3, 4 û 5an belav kirin.

Em hêvî dikin ku pirtûk di bernameya paşeroja wan de cih bigirin.

Em hêvî dikin bi rêya xwendinê paşerojeke wan a baş hebe.”

Koma Xwendina Pirtûkan a Kaniyê û Jîko Pirtûk û Kafeyê, Navenda Perwerdeya Zarokan ew çalakî li dar xist.

Di çalakiyê de 700 pirtûkên zarokan li xwendekaran hatin belavkirin.

"Ez hêvî dikim xwendina pirtûkan zêde bibe"

Endama Meclisa Edebiyatê ya Serdeştê Niştiman Resûliyê jî li ser çalakiyê anî ziman:

“Ji ber ku ew pirtûk peyda kirine û li zarokan belav kirine, ez gelekî spasiya Munîre Puriyê û Jîko Pirtûk û Kafeyê dikim.

Me îro 700-800 pirtûk li zarokan belav kirin.

Zarokên ku ew pirtûk li wan hatine belavkirin piranî di navbera 9-12 salî de ne.

Ez hêvî dikim ku ev çalakî bi cih bibe û xwendina pirtûkan zêde bibe li nava civaka me.

Em ji malbatan jî dixwazin ji bo xwendina pirtûkan alîkariya zarokên xwe bikin.”

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hefteya dawî ya Çiriya Paşîn ango hefteya dawî ya payîzê wekî hefteya pirtûkan tê naskirin.

Di vê hefteyê de bi çalakiyên cuda hewl tê dayîn ku çanda xwendina pirtûkan li nava xelkê zêde bibe.

 

Rudaw

Top