• Monday, 23 December 2024
logo

Gerdeniya Amedê li ser navê bajêr hat nivîsîn

Gulan Media November 20, 2024 Corane
Gerdeniya Amedê li ser navê bajêr hat nivîsîn

Gerdeniya Amedê ya bi gijnîj ku bi zêrê 14 û 22 eyar tê çêkirin wekî mîrata çandî û berhema hunera destî li ser navê Amedê hat tomarkirin.

Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê, kanûna paşîn a îsal ji bo qeydkirin û tescîlkirina Gerdeniya Amedê ya bi gijnîj serî li Saziya Patent û Markayan a Tirkiyeyê dabû.

Saziya Patent û Markayan, Gerdeniya Amedê wekî mîrata çandî û berhema hunera destî li ser navê Amedê tomar kir.

Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê ev agahî bi rêya hesabê xwe yê Xê parve kir û got, “Ji bo bajarê me li ser xêrê be.”

Gerdeniya Amedê

Gerdeniya Amedê ya bi gijnîj bi zêrê 14 û 22 eyar tê çêkirin û ji 6 quncikan pêk tê.

Her stêrkeke wê 0,5 graman giran e û pehnayî û firehiya wê 7 mîlîmetre ye.

Hemû karê destî ye û bi lehîmê bi hev ve tê girêdan.

Bihayê wê di navbera 200 hezar lîre û milyonek lîre de diguhere.

 

Rudaw

Top