Ciwanekî Êzidî piştî 10 salên revandinê ji bin destê DAIŞê hat razigarkirin
Piştî 10 salên revandinê ji aliyê DAIŞê ve, Diyar Elî yê xelkê gundê Koçoyê hat rizgarkirin û gehişt nav kesûkarên xwe.
Peyamnêrê K24ê Mahir Şingalî ragehand, “Diyar Elî Refo, ku xelkê gundê Koçoyê yê girêdayî Şingalê ye, li sala 2014ê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hat revandin. Di operasyoneke serbazî de, Diyar li mala yek ji çekdarên DAIŞê li Minbicê hat rizgarkirin.
Li dû zanyaran, li sala 2014ê zêdetirî 6 hezar 417 welatiyên Êzidî ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatin revandin. Heta niha 2 hezar û 843 welatiyên Êzidî li bin destê DAIŞê mane.
Li dû zanyarên Nivîsîngrha Rizgarkirina Êzidiyan, zêdetirî 500 welatiyên Êzidî li kempa Holê hene.
K24