• Thursday, 21 November 2024
logo

Hewlêr – Pîr Xidir Silêman hat bibîranîn

Gulan Media November 19, 2024 Hunerî
Hewlêr – Pîr Xidir Silêman hat bibîranîn

 Îro Mektebar rewşenbîrî û ragehandina PDKê bi boneya sêyem salvegera koça wî de Pîr Xidir Silêman bibîranî.

Di merasîma bibîranînê de serpereştyarê desteya polîtburoya PDKê Fazil Mîranî û berpirsê mekteba rewşenbîrî û ragehandina PDKê Salar Osman gotare pêşkeş kirin û behsa wê yekê kirin ku kurdan kesayetên giring û xwedî helwêst ên wek Pîr Xidir hebûne ku hem wek şoreşger û xebatkarên kurd, hem wek rêberê olî xwedî rola berçav bûne û şûnpiyê wan di pêşketina hizra pêkvejiyan û aştiyê de hebûye.

Pîr Xidir Silêman kurdekî ji Şêxanê ye û sala 1952yê ji dayîkbûye û sala 1974ê de bawername di ziman û çanda kurdî de ji zanîngehê wergirtiye. Di jiyana xwe de mijûlî komkirina zanyariyan bûye di derbarê ol û çanda ola Êzidî û kadroyekî giring ê PDKê bûye û berdewam helwêstê wî yê pêkvejiyan û aştiyê dirûşma wî bûye.

Navborî sala 2002yê de ji aliyê Serok Barzanî ve wek nûnerê Êzidiyan beşdarî kongreya opozîsyona Iraqê bû û piştre jî bû Parlamenterê Kurdistanê.

Vê derbarê de nivîskar û rojnamevan Ebdulrezaq Elî derbarê Pîr Xidir Silêman de got: ‘’Rast, zîrek û çalakvanekî me yê netewî bû. Gelek karên rewşenbîrî û zindîkirina zanyariyan pêkaniye û bernameya xwandina Êziditiyê di bernameya perwerdeya olî de qahîmkiriye.’’

Herwaha got: ‘Wî ala Kurdistanî li hemû tiştekî giringtir jê hezkiriye, li gel wê hemû heskirinê, ku ji bo Kurdistan û Êzidiyan, piştî karesata Şingalê hewara xwe digehande Serok Barzanî. Serok Barzanî jî digot ti kesekî me tine ji wî dilsoztir be, ji bo wê li gor min her demekî ku xelata heskirinê ji welat re bê bexş kirin divê ji Pîr Xidir Silêman re bê dayîn.’’

 

Basnews

Top