SILÊMANÎ - Birayekî 2 xwişkên xwe kuştin
Li taxa Bekrecoyê ya Silêmaniyê termên du xwişkan li mala wan hatin dîtin.
Berdevkê Polîsê Silêmaniyê Serkewt Ehmed ji Rûdawê re da zanîn ku wan li ser bûyerê dest bi lêkolînê kiriye.
Li gorî agahiyên ku Serkewt Ehmed dane her du xwişk 20-25 salî ne.
Birayê wan ew kuştine
Çavkaniyeke ji Asayîşa Silêmaniyê ji Rûdawê re got, “Ji aliyê birayê xwe ve bi keleşê hatine kuştin.”
Heta niha sedema bûyerê derneketiye holê.
Rudaw