Serokê herêmê pîrozbayî li xelkê Silêmanî dike
Îro salvegera ava kirina bajarê Silêmaniye.
Bi minasebeta 240mîn salvegera ava kirina bajarê Silêmanî Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyameke pîrozayî pêşkêşî xelkê Silêmanî kir.
Serokê herêma Kurdistanê nivîsandiye; Bi minasebeta 240mîn salvegera ava kirina bajarê Silêmanî, bajarê wêje û huner, paytextê Rewşenbîrî, bajarê helmet û qurbanî, gerimtirîn pîrozbayî pêşkêşî şêniyên hêja yên vê bajarê dikim û hêviya serkeftinê bo wan dixwazim.
Di nava dîroka siyasî û edebî ya Kurdî de Silêmanî naveke diyar û xwedan role, hertim cîhê serfirazî û rêzgirtinê ye bo gelê Kurd.
Serokê herêmê di dawiya peyama xwe de hêviya geşe kirin û pêşkeftina berdewam bo vê bajarê û tevahiya bajarên din yên Kurdistanê xwestiye.