Civîna DEM Partî û Partiya Pêşerojê: ‘Em dixwazin gavên pratîk bên avêtin’
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllariyê amaje bi gotinên Devlet Bahçelî kir û diyar kir ku ew dixwazin gavên pratîk bên avêtin.
Hevserokên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullariyê li Enqerê Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu ziyaret kir.
Piştî civînê konferanseke rojnamegeriyê ya hevpar hat lidarxistin.
Destpêka konferansê de Davutoglu beha girîngiya danûstandinên navbera partiyan kir û da zanîn ku divê ew hevdîtin berdewam bikin.
“Em ji bo çareseripa Pirsa Kurd hazir in”
Ahmet Davutoglu behsa rewşa Rojhilata Navîn kir û wiha axivî:
“Rêbazeke dagirkeriyê ya pir hêsan heye. Heger hûn bixwazin herêmekê birêve bibin, divê hûn dabeş bikin û birêve bibin.
Piştî ewqas tecrûbeyan divê aqilek werê girtin. Ji bo vê jî divê em xalên hevpar zêde bikin, deriyê guftûgoyê vekirî bihêlin.
Bingeheke guftûgoyê heye û ev tiştekî baş e. Ez piştgiriyê didim gotinên birêz Bahçelî.
Ji ber ku li Rojhilata Navîn pêleke nû ya dagirkeriyê heye ku heta dixwaze pergala Sykes-Picotê jî belav bike.
Di serdemeke wiha de pêdivî bi dengê aqilane heye lewre gotinên birêz Bahçelî erênî ne.
Wekî Partiya Pêşerojê em ji bo çareseriya Pirsa Kurd a bi rêyên demokratîk amade ne.
Me tecrûbeyên xwe bi hevserokan re parve kirin. Em li ser sedemên bidawîbûna pêvajoya çareseriyê axivîn û xeletî me anîn ziman.”
“Erdogan ti nexşerê diyar nekiriye”
Tulay Hatîmogûllari jî di konferansê de axivî û li dijî tayînkirina qeyûman derket û wiha got:
“Di hevdîtinê de me got, ‘divê Pirsa Kurd bi rêyên aştiyane û demokratîk were çareserkirin’ bêguman peyamên me pir zelal bûn.
Belê pêdiviya vî welatî bi aştiyê heye. Werin em êdî nehêlin hêsirên çavên dayikan birijin.
Rêya vê pir hêsan e. Mîna gelê Kurd, gelê Tirk jî gelekî qedîm ê vê xakê ye.
Gelên me ji bo van rojan bedelên giran dane.
Di serî de gelê Kurd, tevahiya gelên din bêguman dikarin li ser bingeha biratiyê di nava aştiyê de bi hev re bijîn û mesele were çareserkirin.
Gotinên Bahçelî hene û her hefteyê dibêje ‘ez li pişt gotina xwe me.’ Em jî dixwazin gavên demokratîk bên avêtin.
Ji bo aştiyeke birûmet, DEM Partî amade ye tişta dikeve ser milê xwe pêk bîne.
Erdogan hîn ti nexşerêyek eşkere nekiriye. Gelo ev biryar bi hevkariya îktîdarê hatiye dayin?
Em nizanin bê ka çi difikirin.”
Rudaw