Li Necefê jinekê hevjînê xwe kuşt
Îro 10.11.2024ê li bajarê Necef a başûrê Iraqê zelamek bi destê hevjîna xwe hate kuştin.
Çapemeniya Iraqê vê derbarê de ragehand, îroli taxa Hewlî ya Necefê zelamek di dema xewê de bûye ji aliyê hevjîna xwe ve hatiye kuştin û bi surahiyekî şûşe ve çend caran li nav serê wî daye û ji ber wê jî jiyana xwe ji dest daye.
Hat aşkera kirin, ji ber pirsgirêkekî malbatî wê jinê hevjînê xwe kuştiye û piştî bûyerê hêzên ewlehiyê lêkolîn derbarê bûyerê de dane destpê kirin.